Di semînera ku ji aliyê Konfederesyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ve hate hate organîzekirin de, bi sedan xwendekar û mamosteyên peymangehê amade bûn. Di semînerê de Endama Desteya Rêveber a TEV DEM’ê Zelal Ceger axivî û bal kişand ser girîngiya xwendekaran û rola wan di şoreşê de. Zelal Ceger diyar kir ku li ser ciwanên kurd ên xwendekar pir lîstok hatine meşandin û wiha dom kir: “Siyaseta helandin û pêşaftinê li ser çand û zimanê wan hatine meşandin. Lê tenê dayîkên kurd ziman û çanda xwe parast.” Ceger destnîşan kir ku divê ciwan ji bo xilasbûna ji rewşên nebaş û gihandina azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişopînin.
ANHA/EFRÎN