4’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ya bi dirûşmeya “Her der berxwedan, her der sînema” û bo bîranîna sînemager Îslam Balikesîr ê li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê ya yekem de hatibû qetilkirin, bi nîşandana fîlman dewam dike.

Mîhrîcana ku di serî de ji Kurdistanê û bi giştî ji Tirkiye, Almanya, Fîlîstîn, Kamboçya, Meksîka, Arjantîn, Îngilîstanê û gelek welatên din belgefîlm beşdarî wê bûn, dê bi giştî 45 belgefîlm bên pêşandan. 


Îslam Balikesîr bi bîr anîn 

Belgefîlma ‘Banga Roj’ a destpêka 4’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê pêr hat nîşandan, ji aliyê sedan kesî ve bi coş û baldarî hat temaşekirin. Fîlm li ‘Eywana-1’ê ya Akademiya Hunerê ya Cegerxwînê hat pêşandan. Beriya pêşandana belgefîlmê di kesayetiya sînemager Îslam Balikesîr ê li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê ya yekem de hat qetilkirin de ji bo hemû kesên di rêça azadiyê û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan deqiqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê yek ji endamê Komîteya Mîhrîcanê Îslam Dagdevîren û Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin axivîn. Aydin û Dagdevîren li ser têmaya mihrîcanê rawestiyan û naveroka wê diyar kirin.

Piştî axaftinan belgefîlma ‘Banga Roj’ ya derhêneriya wê Cemîl Kizildag û Hamdî Akyol kirin û bi têmaya xwe li ser jiyana gerîlla û xwevekişîna wan î 2013’an bû hat pêşandan. Belgefîlm ji aliyê bi sedan kesî hat temaşekirin.


Di roja 2’yemîn de bi belgefîlmên cuda

Fîlmên ku dê doh li Akademiya Hunerê ya Cegerxwînê, hat pêşandan ev in: “Yên Bêpatron, Kevir,  Bihuşta Min, Roza:Welatê Du Çeman,

Şandevan, Kevir, Nûjîn, Heya Ku Rûyê Erdê Bibe Rûyê Evînê, Dahatû Ya Me Ye,  Navê Te Çî Ye?, Bêhna Dawî, Dibistana Xeyalê a Tepecîk , Zêmara Dereng mayî, Mêşvan, Amade Be,  Veguherin/Mihemed Şêxo”


Têmaya hin belgefîlmên tên pêşandan

*  Yên Bêpatron: Jiyana 11 karkeran vedibêje. Ev karker ji bo debara jiyana xwe karxaneya ku lê ne, dagir dikin. Piştî desteserkirina karxaneyê hemû rê û resmên lê ne hildiweşînin û li gor xwe ava dikin. Belgefîlm anatomiya berxwedaneke rasteqîniyî vedibêje.

*  Kevir: Ji du xebatên vîdeoyî pêk tê, ku du derhênerên ciwan ên li erdnîgariyên cihê dijîn û xwedî tecrubeyên jiyanê yên cihê ne. Li ser vê têgeheke hevbeş bo xwe kirine xala sereke û têde cîhana xwe vediguherînin. 

* Bihuşta Min: Wêneyekî hevalên dibistanê…yê ku berî 25 salan li bajarê Serêkaniyê li ser sînorên Tirkiyê li rojavayê Kurdistanê hatibû kişandin. Ev wêne refleksîyonek mozaîka pir-netewî û pir olî ya Serêkaniyê, Kurd, Ereb, Ermen, Çîçanî, Misilman, Xirîstiyan û Êzîdî bi sedsalan e ku bi hev re, di nav hev de bi aramî dijîn. 

Fîlm li pêyî şopa hevalên dibistanê ye, niha mezin bûn û berê qedera her yekî bi alîkî de çûye.

* Roza: Welatê Du Çeman: Şoreşa Rojava vedibêje. Di vê şoreşê de Kurd, Suryan û Ereb çawa cihê xwe girtine û têkoşîna wan tê nîşandan. Gelên li wê derê ji hêlekê ve li hemberî DAIŞ’ê şer dikin û ji hêlekê ve jî dixwazin jiyaneke komunal a bi navê “Xweseriya Demokratîk” ava bikin. 


AMED