Siyasetmedar û Endamê KNK’ê Dr Fayiq Gulpî der barê rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê nêrînên xwe anî ziman. Gulpî, pêşî qala girtina deriyê sînor ya Rojava kir û da zanîn ku bi girtina deriyê sînor tê Tirkiyeyê razî bikin û wiha axivî: “Girtina deriyê sînorê rojavayê Kurdistanê ne siyaseteke neteweyî ye, ev siyaseteke partiyan e. Armancên taybet li pişt vê hene. Li aliyekê dixwazin Tirkiyeyê razî bikin, li aliyeke din jî PDK ku pêşmerge û hikûmetê herêmê ji bo vê yekê bi kar tîne hene.”

Gulpî da zanîn ku girtina deriyê sînor siyasî ye û wiha domand: “Lê ev ne tenê cezakirina PYD’ê ye. Cezakirina hemû gelê Rojava ye. Nabe hukûmeta Herêmê siyaseteke bi vî awayî li hemberî Rojava bimeşîne û nabe xwe têkelê karên navxweyî yên Rojavayê Kurdistanê bike. Ger xwe têkel bike jî, divê ji bo aşitiya navxweyî hewl bide. Gelê Başûr ji vê yekê nerazî ye.”
Gulpî destnîşan kir ku xaleke din ew e ku ji bo Rojava ji bo hêzên pêşmerge bişînin ser sînor, tê xwestin ku serokê herêmê bimîne û wiha pê de çû; “Bi taybet welatên wekî Tirkiye û welatên dostên Tirkiye, Fransa û welatên din ên ku dixwazin dahatûya Sûriyeyê li gorî berjewendiyên wan bin, dixwazin. Em hêvîdar in ku Barzanî bi xwe vê yekê bibîne û dest ji vê siyasetê berde. Divê hêzên pêşmerge ji sînor vekişîne. Divê embargoya aborî ya li ser Rojava rake.”
Gulpî bal kişand ser dirêjkirina peywira serokatiya herêmê û wiha pêde çû: “Serokê herêmê dikare dadgeha qanûnê hilweşîne, dikare parlementoyê hilweşîne. Piştî vê jî dîkdatorî çêdibe. Keseke dîkdator derdikeve pêş. Gelek pirsgirêkên din ên qanûnê hene. Divê makeqanûn bi referandûmê pêk bê.”
Gulpî siyesata PDK û YNK’ê jî bi tundî rexne kir û anî ziman ku siyaseta desthilatiya herêmê ya ji bo van herêmên hatine veqetandin ne siyaseteke neteweyî bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Li Kerkûkê asayişa PDK û asayişa YNK heye. Li şûna siyaseteke neteweyî, siyaseteke siyaseteke partiyane pêk anîne. Ji bo tirkmen, ereb û pêkhateyên din ên li vir jî ne demokratîk e. Kurdên li wir dibêjin ‘baş e ka em vegerin ser kîjan herêmê, herêma PDK an jî YNK’ê.” 

DÎHA/HEWLÊR