
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê û devera Şehbayê, li gelek bajar û navendên Ewrûpayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyên protestoyî de îşaret bi komkujiyên dewleta Tirk û hikûmeta AKP´ê ên li Efrîn û Şehbayê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan hat kirin û dewleta Tirk hat rûreşkirin. Di çalakiyan de EutelSat a ku bi fermana Tirkiyeyê dawî li weşana Med Nûçe TV û Newroz TV´yê jî anî hat rûreşkirin.
LORIENT: Kurdistaniyên li bajarê Franseyê Lorientê, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û girtina kanalên televîzyonê yên Kurd, li navenda bajêr dezgeha agahdarkirinê danîn. Tevî belavkirina belavokên agahdarkirinê, di çarçoveya kampanya îmzeyan a KCDK-E´yê de bi sedan name hatin berhevkirin, ku ev name wê ji navenda Eutelsatê re werin şandin.
MARSÎLYA: Li bajarê Franseyê Marsîlyayê jî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê mîtîng hat lidarxistin. Qisekeran got, yekane hêza li dijî barbarê DAIŞ’ê şer dike Kurd in, lewma êrîşên artêşa Tirk ên li dijî Kurdan ne yên qebûlkirinê ne.
BIELEFELD: Kurdistaniyan li bajarê Elmanyayê Bielefeldê li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, bi sedan belavok belav kirin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Terorîst Tirkiye’, ‘Erdogan DAIŞ’ê fînanse dike, DAIŞ bombeyan diteqîne’ û ‘Bijî piştiriya navneneteweyî’ hatin gotin.
KIEL: Kurd û dostên wan, li Gara Trenê ya bajarê Elmanyayê Kielê civiyan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Di axaftinan de hat gotin, çeteyên DAIŞ‘ê ji aliyê AKP’ê ve hatine afirandin û “Ev makîneya hovîtiyê ya qirkirin û qetlîamker, tecawizkarên dijminê jin û zarokan û artêşeke ruhê xwe firotiye petrol û pereyan afirand. AKP ji bo pêşiyê li van veke, di nava hewldanan de ye.”
BONN: Bomberdûmana balafirên şer ên Tirk li Kantona Efrînê, li bajarê Elmanyayê Bonnê hat şermezarkirin. Çalakî ji aliyê PYD, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Sara ve hat organîzekirin û zêdeyî hezar Kurdistanî û Elman tevlî bûn. çalakger li Munster Platz a li navenda bajêr li hev civiyan û piştî meşeke protestoyî li Munster Platzê vegeriyan. Di mîtîngê de bal hat kişandin ser bêdengiya raya giştî ya navneteweyî li beramberî komkujiyên dewleta Tirk û hat gotin, cîhanê çavên xwe li dagirkirina Cerablûsê û rûdana komkujiyên nû girtiye. Qisekeran bang li Neteweyên Yekbûyî, DYE; Rûsya û rêxistinên mafên mirovan kir, ku derhal dest li sûcên ji aliyê Dewleta Tirk ve tên kirin, werdin.
HANNOVER: Kurdistaniyên li bajarên Hannover û Celleyê, tevî çalakgerên konvedanê a bi pêşengiya Ciwanên Azad, meşiyan. Endamên Ciwanên Azad piştî nîvrojê li navenda bajêr civiyan û bi qasî 3 saetan li ser komkujiyên dewleta Tirk raya giştî agahdar kirin. Li ser tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin. Li dû vê çalakiya agahdarkirinê, bi beşdariya endamên NAV-DEM, PYD, Ciwanên Azad û Meclîsa Jinê ya Ronahî meşek hat lidarxistin.
INNSBRUCK: Li bajarê Awusturyayê Innsbruckê, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, meşek hat organîzekirin. Kurdistanî û saziyên şoreşger ên li Innbruck û derdora wê dimînin, saet di 15:30´î de li ber peykerê Annasaule yê li Maria Theresia li hev civiyan û piştî xwendina belavokê ber bi Gara Trenê ya Navendî ve meşiyan, dewleta Tirk şermezar kirin û gelek belavok belav kirin.
STRASBOURG: Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Fransayê Strasboûrgê, li meydana Place Klêberê civiyan û êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya Ewrûpayê şermezar kir. Kurdistaniyên li vir axivîn, gotin, bêtehemûliya AKP’ê ya li hemberî gelê Kurd xwe bi komkujiyên li Efrîn û Şehbayê, careke din nîşan daye û ji Ewrûpayê hat xwestin, helwesta xwe ya di vî warî de ji nû ve binirxîne.
NAVENDA NÛÇEYAN