Artêşa Tirk a ku li hemberî gerîlayên Kurdistanê tengav dibe, bi helîkopterên şer êrişî zarokan kir ku ji Başûrê Kurdistanê vedigeriyan gundê xwe. Ev zarok beşek ji komekê bûn ku di navbera Başûr û Bakur de bazirganî dikirin.
Êriş di dema vegera gundiyan a ji Başûrê Kurdistanê de pêk hat. Li gorî agahiyên ji deverê, zarok û gundiyên bûne hedefa êrişa helîkopterên şer welatiyên gundê Çemekurk a ser bi Rûbarûka ser bi Colemêrgê ne.
Di encama gulereşandina ji helîkopterê de zarokê 14 salî yê bi navê Vedat Ekîncî hate qetilkirin. Di nava komê de kesek jî bi giranî birîndar bû.
Êriş pêr saet 15:00’an pêk hat. Cenazeyê Ekîncî ji cihê bûyerê ji aliyê gundiyan ve hate rakirin. Gundiyan kesê birîndar jî rakir nexweşxaneyê.
Dewleta Tirk berê jî kesên bazirgeniya li ser sînorê dewletan de dikin, ji êrişên xwe yên eskerî re kiribûn hedef. Ya herî hovane jî êrişa bi balefirên şer a li Roboskê bû. 28´ê Kanpna 2011´an, balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker nêzî gundê Roboskê yê ser bi Qilabana Colemêrgê, êriş bir ser gundiyên ku bazirganiya li ser sînor dikir û di êrişê de pirraniya wan zarok 35 kesên ji Roboskê hatin qetilkirin.
COLEMÊRG