Di çarçoveya projeya dengê bajêr “Sound of the City” de ku bi birêvebriya bajarê Wuppertalê û bi hevkariya mala Opera û mala şanoyê li bajêr bi rê ve diçe, nivîskar Helîm Yûsiv wê şeveke wêjeyî û hunerî di bin sernavê “Windabûna Welatekî” de li dar xîne.
Şev ji sê beşan pêk tê; tê de beşa wêjeyî, beşa şanogerî û beşa muzîkê heye û 15’ê Gulanê li dar dikeve.
Di beşa wêjeyî, edebî de Helîm Yûsiv û Jurgen Kasten wê li ser mijarên cihê jidayikbûnê, derbideriyê, jidestçûna welat û tarûmarbûna xewnan bipeyivin. Helîm Yûsiv wê li ser serboriya xwe, wisa jî nivîskarê Elman, Jurgen Kasten wê li ser serboriya xwe, metnên wêjeyî bixwînin. Xwendina metnan dê ligel ûdjen Mihemed Elmensûrî û dengê ûda wî li dar bikeve.
Di beşa şanogeriyê de Koma Wupperspuren a bajêr wê hunerê xwe pêşkêş bike.
Şanoya “Rawestgeha trênan ya cihanê” ya ku Helîm Yûsiv nivîsandiye, wê ji hêla koma Wupperspuren ve bê lîstin. Lîstika şanoyê, behsa mezintirîn rawestgeha trênan ya cihanê dike û her kesek li benda hatina trêna welatê xwe ye. 
Di beşa muzîkê de Koma muzîkê ya orkestraya Sûriyeyiyên li derbideriyê SEPO hunerê xwe pêşkêş dike.
Li ser mijarên welat û derbideriyê, xweşiya welatê dayikê û bêrîkirinê, “Xumasî Dîmeşq elweterî” wê çend perçeyan ji muzîka Sûrî û rojhilatî pêşkêş bike. 
Zimanê şevê Elmanî ye û bilêtên şevê bi riya malpera mala Opera ya Wuppertalê têne belavkirin. Agahiyên teknîkî Cih: Wuppertal - Mala şanoyê
Dem: 15.05.2018 - Demjimêr : 20:00 
Foyer im Schauspielhaus, Bundesallee 260  WUPPERTAL