Meclisa Hevbeş a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi munasebeta rasthatina cejnên zayîna Hz Muhemmed, Hz. Îsa û Cejna Êzî, li Dêra Meryem El Ezra şahiyek organîze kir. Di şahiyê de şêniyên bajar ên Misilman, Xirîstiyan û Êzîdî amade bûn.
Hola Dêrê bi ayetên Qurana Pîroz û sembolên ku hersê olan nîşan dikin, hat xemilandin. Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclisê Mirî El Şiblî, li ser navê pêkhateya Katolîk Marî Bancon, li ser navê civata Êzîdî, Rûşîn Musa û li ser navê Misilmanan jî Şêx Ebû El Beraî axivîn û hersê cejin li gelên van olan pîroz kirin.
Piştî axaftinan koma El Şehba ya stranên olî mewlûdek ji pêxemberan re li dar xist û Xiristiyanan ayîna xwe kir. Di şahiyê de rêûresmên olî yên hersê olan pevre hatin kirin. Piştî rê û resmên olî, Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo bi navê ‘Çîroka welatekî’ şanoyek û Koma Şehîd Nûreddîn jî gelek stranên olî û yên şoreşgerî pêşkêş kirin. Di dawiya şahiyê de şîranî li welatiyan û xelat û diyarî li zarokan hatin belavkirin.
HELEB