Komek jin bi hev re cilûbergê Kurdî çêdikin û bi vê debara xwe dikin. Karê wan ê bi hev re fikrên nû û kolektîfiyê diafirîne.
Li bajarê Silêmaniyê hejmarek jin karê dîzayna cilûberge Kurdî dikin. Hinek ji van li mal bi komî vî karî dikin. Gula Dîzayn yek ji van grûbane û nêzî du salane karê dîzayna cilûbergê Kurd dike.
Ev grûb ji 9 jinan pêk tê û piraniya wan heval û xizmên hevin. Karê durûnê, dîzaynkirina neqşan û hûnandinê dikin. Cilûbergan bi dest didrûn. Gelek cûrên murî, kirîstan û pûlî bi kar tînin. Cilûbergên çêdikin bi resenî tên çêkirin, xweşiktir û balkêştir in.
Grûba Gula Dîzayn gelek cûrên cilûbergen çêdike. Ev grûb li mal kar dike û dikana wan nîne. Lê, ji bo belavkirinê li Herêma Kurdistanê sûd ji torên civakî digirin. Bi vê rê bazarek germ ji bo wan peyda bûye.
ROJNEWS/SILÊMANÎ