Hemleya “Bi hev re li dijî xebitandina zarokan” li navçeya Tirbespiyê dest pê kir.

Hemleya ku ji aliyê Buroya Karûbarên Rêxistinan a Kantona Cizîrê ve bi hevkariya Komîteya Kedkaran hatiye organîzekirin, doh li navçeya Tirbespiyê ji aliyê komîtyeke ji mamoste, endamên Buroya Sendîqeya Kedkaran û Buroya Karûbarên Rêxistinan ve, hat destpêkirin.

Endamên komîteyê li herêma Pîşeyî ya navçeyê geriyan û belavokên li ser xebitandina zarokan, bandora wê ya neyinî li ser civakê, her wiha zirarên wê li ser tenduristiya zarokan, li welatiyan belav kirin.

Endam her wiha çûn malan jî û li ser girîngiya mijarê bi malbatan re nîqaş kirin. 


ANHA / QAMIŞLO