“Heger gavek be jî nîvîsandina Kurdî bi pêş ve çûye, ev bi saya serê vê berxwedana weşanxaneyan û ya kesên li derdorên van weşanxaneyan e. Lê dive êdî ev mesele ne tene meseleya weşangeran bê, dive Kurd hemû û sazgehên Kurdan hemû ji bo parastina Kurdî tevlî vê xebatê bibin.”

LUQMAN GULDIVÊ

Denîz Gunduz yek ji endamên Maseya Weşangeriyê bû di komxebata Tora Ziman û Çanda Kurdî ya 1-12ʼê Çile li Amedê bi rê ve çû. Deniz Gunduz di heman demê nivîskarekî Kirmanckiyê ye û romana wî ya sala 2000ʼî ya bi navê Kilama Pepugî derket jî ji berhemên wî yên tên nasîn in. Kitêba wî ya dersên Kirimanckî bi rêbaza hînkirina rêzimana Kirmanckiyê jî ji berhemên wî yên li ser zimên in. ew di heman demê de di Gruba Xebate ya Vateyî de jî cihê xwe digire û ji bo bipêşxistina ziman û wêjeya Kirmanckiyê ji wan kesan e ku ked û karê wê gelek e. Em pê re li ser komxebata Tora Ziman û Çanda Kurdî peyivîn û me jê pirsî ka ew ê ji bo siberojê bi çi karên darîçav derkevin pêşberî xelkê. denîz Gunduz dibêje, bipaşvemayîna çanda xwendinê li tirkî tesîrê li weşagerên zimanê Kurdî jî dike û dibêje, ev mesele divê ne tenê ya weşangeran lê tevahiya Kurdan û saziyên wan be.

   

Cenabê te jî endamê Komîsyona Weşangeriyê bû. Di vê komîsyonê de mijarên çawa hatin minaqeşekirin?

Di Komîsyona Weşangerîye de bi gelemperî hemû pirsgirêkên weşanageriya Kurdî yên wek çapxane, weşan û problemên ziman, belavkirin, nîvîskar û wekî din hatin minaqeşekirin. Tespît hatin kirin ku berî her tiştî di nav gel de çanda xwendinê gelek bi paş ve maye, kitêb û weşanên din nayên xwendin. Tene çend kitêbên populer dibin hene ku bên zanîn û xwendin. Lê bi giştî çanda xwendinê bi paş ve maye. Ji ber ku çanda xwendinê bi paş ve maye, weşanên bi Kurdî yên ku wekî din jî dezavantajên wan hene, hindik tên xwendin û ev yek jî dibe asteng ku weşanên Kurdî bi peş ve biçin.

Ji bo çareserîya pirsgirêkan pêşnîyazên çawa hatin kirin?

Ji bo ku ew rewşa çanda xwendinê bê baş kirin divê di nav gelê Kurd de statuya Kurdî bê başkirin. Bêrî her tiştî divê plan bên amedekirin ku Kurdî wek ziman karibe bi pêş ve here û wek zimanê perwerdeyê bê pejirandin. Ji alî sazgehên wek şaredarî û yên din ve, kampanya û çalakîyên ku şuûrê heskirin û qisekirana Kurdî dide mirovan, bên organîzekirin. Em bêjin li kuçeyan û parkan, li her derî çawa stran tên  gotin, eynî wisa bi deng bi Kurdî kitêb dikarin bên xwendin û wekî din.

Weke endamên komîsyonê, gelo we wezîfe dabeş kirin, heger erê bi çi şêwazî?

Ew civîna weşangerên Kurdan a yekemîn bû. Ev civîn hîna zaf wek minaqeşeyên warê weşangeriyê û tespîtkirina pirsgirêkan derbas bû. Lê hat pêşnîyazkirin ku di nav weşangêrên Kurdan de komînîkasyonêk hebe û derheqê hinêk pirsgirêkan de yên weke beşdariya fuaran, negihîştîna zindanan a weşanên Kurdan, helwestên hevpar bên nîşandan.

Ji bo belavkirina axaftin, xwendin û nîvîsandina Kurdî hûnê metaryalên çawa biweşînin?

Her weşanxaneya Kurdan jixwe ji bo bipêşvexistina axaftin, xwendin û nîvîsandina Kurdî weşanan derdixe. Warên wek tiyatro, sînema û muzîk jî gelek xizmeta axaftina Kurdî dikin, lê Kurdî bi nîvîsandinê modernîze dibe û bi pêş ve diçe, dibe zimanê zanist û huner. Ev kar jî jixwe li ser milên weşangêrên Kurdan maye. Di civînê de biryarek nêhat dayîn ku em hevpar weşenekê derbixin. Tenê em li ser problem û astengîyên li ber xwe axivîn û me minaqeşe kirin.

Ji bo zêdekirina rêjeya xwendin û nîvîsandina Kurdî gelo proje li pêşîya we hene? Ma ne, weke weşanger jî pedîvîya we bi xwîneran heye?

Di cîvînê de hat tespîtkirin ku ji bîlî xwendina Kurdî, jixwe li Tirkîyê çanda xwendinê gelek bi paş ve ye û sîstema perwerdeyê jî xizmeta xwendina kitêban nake. Di rewşeke wiha de weşanxaneyên Kurdî jixwe ji bo man û nêmanê di ber xwe didin û heger gavek be jî nîvîsandina Kurdî bi pêş ve çûye, ev bi saya serê vê berxwedana weşanxaneyan û ya kesên li derdorên van weşanxaneyan e. Lê dive êdî ev mesele ne tene meseleya weşangeran bê, dive Kurd hemû û sazgehên Kurdan hemû ji bo parastina Kurdî tevlî vê xebatê bibin.