Gulan da xuyakirin ku, piştî paqijbûna Kobanê ji çeteyan baweriya gelê Şengalê zêde bûye ku dora azadiyê ya wan e û ragihand, ku bi saya gerîla di nava Êzîdiyan de çanda berxwedanê bi pêş ketiye. Gulan da zanîn ku nerazîbûnên li rêxistinbûyîna Êzîdiyan jî li bersiva ‘We me neparast, lewma mafê we yê axaftinê nîne” rast tê.

Botan Gulan, yek ji kesên di dema vekirina korîdorê de li gel hêzên hatin Şengalê bû. Di roja duyemîn a Operasyona Azadkirian Şengalê de jî rojnamevanê destpêkê bû xwe gihand Şengalê. Bi Gulan re em li ser bûyerên li Şengalê qewimîn, eniya şer û pirsgirêkên Êzîdiyan axivîn.


Di vê demê de mirovên li Şengalê bi kîjan pirsgirêkan re rû bir û bûn?

Di çûyîna duyemîn de, panîk û tirsa destpêkê tinebû. Dema piştî 3’ê Tebaxê me xwe gihandin çiyayê Şengalê, hingî hînê xeteriya dagirkerî û komkujiyê hebû. Lewma di nava gel de panîkek mezin, tirsa reva ji komkujiyê û şopên trajediyeke mezin hebûn.

Tirs û panîka li gel mirovên ji Komkujiya Şengalê rizgar bûn, piştî ku YPG û HPG’ê korîdor vekir û bi sed hezaran mirov hatin veguhastin, bi dawî bû. Ji ber ku şerekî dijwar diqewimî û çeteyan di her kêliyê de êrîş dikirin û hewl didan xwe bigihînin armanca xwe. Ji xwe piştî ku bi sed hezaran mirov hatin veguhastin, ji ber êrîşên çeteyan korîdor bi qasî çar mehan girtî ma.

Di rojên destpêkê yên dagirkeriyê de, bi berxweadna gerîlayên HPG, YJA Star û şervanên YPG’ê yên pêşî li komkujiyeke mezin girt re, di nava şeş mehan de li gel mirovên li Çiyayê Şengalê çanda berxwedanê û baweriya ji xwe afirî. Berxwedana gerîla hêvî da mirovên li wê derê man. Ew jî hînî berxwedanê bûn.

Me ji kê ev dem pirsî, bersiva ‘me li ber xwe da’ dida. Hebûna gerîla li gel mirovên li wê derê çanda berxwedanê afirand. Vê yekê jî rê li ber bawerî ji xwe û nêrîna bi hêvî ya li pêşerojê vekir. Her kesên ji me re axivîn destnîşan kirin, ku çavkaniya sedema rûdana vê trajediyê bêrêxistinîbû. Li dijî vê trajediyê dest bi xebatên birêxistinkirinê kirin. Meclîsa ku herî dawî ragihandin, gava destpêkê ya di asta herî bilind de bersiva li vê pêwîstiyê bû. Di dema bihurî de li gel civata Êzîdî çanda berxwedan û rêxistinbûyînê dekretibû holê.


Bi Operasyona Azadkirina Şengalê ya 19’ê Kanûnê re tu careke din çû çiyayê Şengalê. Tu li atmosfereke çawa rast hat?

Dema me xwe gihand Şengalê hêzên HPG û YPG’ê careke din korîdora Şengalê vekiribûn, alav û erzaqên jiyanî gihandibûn gel. Bi operasyona azadkirinê re gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê gihaştibûn qadê. Vê yekê di nava gel de rê li ber hêviyeke mezin vekiribû; me dît ku gel bi kêxweşî pêşwazî kir. Li qadê ji xwe hêzeke xurt a HPG û YJA Starê hebû. Dema min destpêkê dît, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) xwe hînê nû birêxistin dikir. Vê carê bêhtir aktîf bûbû û hejmara wan zêde bûbû. Pêşmerge jî di vê demê de li gel gerîla xwe gihandin Şengalê. Roja em çûn wê derê, piraniya hêzên leşkerî xwe gihandibûn navenda Şengalê. Vê yekê moral û hêviyeke mezin dabû gel. Baweriya azadbûna Şengalê xurt bûbû.

Me dît ku li gel hêzên YBŞ’ê gelek mirovên ji şêniyên bajêr jî diçûn Şengalê û dihatin, YBŞ ziyaret dikir. Rojên destpêkê ji bo gel hêviyeke mezin derket holê.


Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya li Şengalê de got ku ‘Pêşmergeyan Şengal azad kiriye”. Gelo ev gotina wî çiqasî li rastiya Şengalê hat?

Birêz barzanî li ser çiyayê Noslar ê Şengalê, li cihekî dûrî Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê. Lê belê rastiya li Şengalê gelekî cuda bû. Ji bo vê daxuyaniyê jî bi tenê çapemeniya nêzî PDK’ê hatibû vexwendin. Li cihekî dûrî gelê li çiyayê Şengalê bû. Ya rast divê pirs jî were sererastkirin. Di daxuyaniya Barzanî de peyama ‘Me Şengal azad kir’ derneket. Nirxandina wî ya bi şêweyê “Plana me ya daketina Şengalê tinebû, me korîdor vekir, em ê gel ji vir derxînin. Plana me ya azadirina Şengalê tinebû. Çima çûn, em wê nizanin.” hebû.


Gel dixwaze ji wir derkeve, yan jî bendewariyeke bi vî rengî ya gel heye?

Gelê piştî 3’ê Tebaxê li çiyayê Şengalê ma bi biryardariya mayîna li xaka xwe, li wir ma. Ne bendewarî ne jî pêwîstiyeke bi wî rengî ya gel heye. Ji me re digot, “Çi dibe bila bibe em ê dest ji xaka xwe bernedin. Em bimirin jî bila li ser xaka xwe bin.” Lê ji vê daxuyaniya Barzanî dihat fêmkirin ku tê xwestin Şengal bêmirov bimîne. Gelê li Şengalê ma gelê ku ji roja destpêkê ve digot “Pîrozmendiyên me li vir in. Şengal bê Êzîdî, Êzîdî bê Şengal nabe. Zarokên Êzîdiyên biçin Ewropayê dibin Ewropî, nabin Êzîdî” bû.  Bi vê têgihiştinê dest ji Şengalê bernedan. Sedema mayîna bi deh hezaran kesan li Şengalê, ev bû. Digotin, “Bila zarokên me ji koka Êzîdiyatiyê qut nebin.” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama we ya ji bo Êzîdiyan de bal kişand ser vê rewşê û digot, “Hewl tê dayîn Êzîdî ji xaka xwe bê qutkirin û bê kok bê hiştin.” Êzîdî li dijî vê li wê derê li ber xwe dan.


Li eniya şer rewş çi ye?

Di Pêngava Azadkirina Şengalê de di roja destpêkê de ji aliyê çapemeniya PDK’ê ve daxuyanî hatibû dayîn. Nûçeyên ‘Me Şengal azad kirin’ dihat weşandin. Me jî got em bi lez û bez xwe bigihînin hêzên Şengal azad kirin û bi wan re roportajê bikin. Dema me xwe gihand wê derê, me dît ku rastî ne bi vî rengî ye. Me dît ku cihê jê re dibêjin Şengal a kevin û ji sedî 25-30 ê bajêr e, di destê hêzên Kurd de ye. Yên ku di azadkirina vê qadê de rola aktîf û pêşengiyê lîstin jî HPG, YJA Star, YPG û YBŞ bû. Yên li eniyên pêş şer dikirin ew bûn.


Vekişîna pêşmergeyan ji qada şer,   rê li ber nerazîbûneke çawa vekir?

Vê nêzîkatiya PDK’ê di nava gel de rê li be nerazîbûneke mezin vekir. Hin ji mirovan ev yek weke ‘operasyona duyemîn’ nirxandin. Piştî dagirkirina Şengalê hevala me ya rojnamevan Berfîn Hêzil û ekîba wê, dîmenên reva pêşmergeyan ji Şengalê kişandibû. Ji ber ku pêşmergeyan Şengal bêperastin hiştin, encamên fermanê giran bû.


Li gel ve yekê, dijderketina PDK’ê li avabûna Meclîsa Gel a Şengalê, di nava gel de çawa hat pêşwazîkirin?

Divê ev rewş cuda were nirxandin. Lê aliyê nakok ê rewşê di vir de derdikeve holê. Li aliyekî partiyek bê parastin hişt, li aliyê din jî êrîşên ewçend bêperwa yên i hemberî rêxistinbûyîn û parastina cewherî ya gel. Beriya 3’ê Tebaxê Şegnal herêmek bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve girêdayî nebû. Cihekî bi eyaleta Nînova û hikûmeta navendî ya girêdaî bû. Lê belê bi deh hezaran pêşmergeyan û rêveberiya di asta jorîn de PDK hebû. Di tevahiya merheleyên rêveberiyê de bi gotina Êzîdiyan ‘Misilman’ hatibûn bicihkirin. Nerazîbûna li vekişîna pêşmergeyan ji aliyê raya giştî ve jî hat dîtin. Lê belê ev nerazîbûna dawî ya PDK’ê li hemberî parastina cewherî û rêxistinbûyîna Êzîdiyan, di nava civata Êzîdî de ti bersiveke xwe û ti wateya xwe nîne. Êzîdî nêzîkatiyeke bi vî rengî esas digire: “Em ê xwe birêxistin bikin, rêveberiya xwe ava bikin. Li Şengala nû û azad, mafê me yê gotinê heye.”


Li Şengale rewş çawa ye? Çend kamp hene, gel zivistanê çawa derbas dike?

Çiyayê Şengalê bi qasî 60 km dirêj e. Li ser serê vî çiyayî cihê pîroz Çilmêra heye. Kampek li vir hatiye avakirin. Li Çiyê deştekek dirêj a bi navê Serdeşt heye. Li vê detşê 7 kamp hene. Li derdora gundên Kerte Kolke, kamp hatine avakirin. Biçûk, mezin 10 kamp hene. Li hin kampan 250-300 kon hene. Mirovên li van kampan, li binê konên navînê bi balafirên kargo hatine avêtin, dimînin. Li gorî mercên zivistanê û sermayê nînin ev kon. 

Piraniya mirovên li van kampan dimînin jin, zarok û extiyar in. Di serî de xwarin û stargeh, pirsgirêkên alavên tenduristiyê û jiyanî hene. Zivistana li çiyayê Şengalê gelekî dijwar e. Daxwaza gel ew ku konên li gorî mercên zivistanê, pêwîstiyên karibin xwe pê germ bikin, sobe, gaz, mazot, were şandin.


Azadkirina Kobanê atmosfereke çawa li Şengalê afirand?

Azadbûna Kobanê li Şengalê bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin. Temamiya gel û şervanan digotin ku êdî dora azadiyê hatiye Şengalê û bi hêvî bûn. Di çend rojên destpêkê de pîrozbahî hatin lidarxistin.


MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ/ANF/ŞENGAL