
Gelê Êzîdî Cejna Rojiyê ya ku yek ji 6 ferzên ola Êzîdîtiyê ye, pîroz dikin. Êzîdiyên Şengalê ên ku li navçeya Rojava, Dêrîkê dimînin, behsa Cejna Rojiyê (Cejna Êzî) kirin. Di meha Kanûnê de civata Êzîdî sê hefteyan, her hefte sê rojan rojî digire û rojekê ku ew roj jî în e, dike cejn. Hefteya pêşî Cejna Şêşims e, ya diduyan Cejna Xudan e û ya sisiyan jî Cejna Êzî ye ku îro tê pîrozkirin.
Yek ji şêxê Êzîdiyan Nûrî Sehîd got, ev roj ango cejn yek ji rêûresmên gelê Êzîdî yên kevnar e û ji beriya hezaran salan ve hene, ew bi xwe ji 3 rojiyên meha Kanûnê ne, ev rojî yek ji 6 ferzên ola Êzîdiyan e.
Nûrî Sehîd derbirî ku gelê Êzîdî ji bo vê rojiyê roja duşemê qurbaniyan didin û roja piştre jî radibin, rojî digrin, piştî ku rûyê xwe dişon hêviyên xwe bi Êzda re parve dikin.
Li gelê Kurd û Êzîdî pîroz kir
Di rojiyê de gelê Êzîdî di navbera hilatina rojê û çûna wê ya ava de xwarinê naxwe û tiştekî venaxwe. Di rêûresma Êzîdîtiyê de ji bilî xas û lehaneyan ku ji berê ve heram in, her makulata din dikare were xwarin. Şêx Nûrî ji bo rojiyê got: “Piştre em nema dixwin û vedixwin heta ku roj diçe ava. Careke din jî hêviyên xwe vedibêjin û di dema fitarê de jî em xwarina xwe dixwin.
Piştî van 3 rojên rojiyê gelê Êzîdî amadekariyên xwe yên cejnê dike, kûlîçeyan çêdike, xelk serdana hev û du dike û bi hev re vê rojê pîroz dike.” Her wiha Şêxê Êzîdî Cejna Rojiyê li tevahiya gelê Kurd û Êzidî prîoz kir.
Roja hatine li cem hev e
Dayîka bi navê Buhar Yûsif jî li ser cejnê axivî û got, her çiqas sîstemên desthilatdar hewl dane wan ji ola wan dûr bixin jî, wan her li ber xwe daye û dest ji cejn û pîroziyên xwe bernedane.
Buhar got: “Em di rojiya xwe de kûlîçe, pel, goştê pez, danînok û hwd. çêdikin, Em bang li cîranan jî dikin ku werin cem me xwarinê bixwin. Kesên ku ji hev xeyîdî bin di van rojan tên cem hev û li hev tên.”
Bi boneya vê cejnê dayîka Êzîdî pîrozbahî li tevahiya gelê Êzîdî kir û hêvî kir ku hêza Êzîdxanê YBŞ bi ser keve.