
Mamoste û rojnamevan Ferzad Kemanger ê 33 salî ku ji aliyê rejîma Îranê ve bi îdaya endamê PJAK'ê ye di 9'ê Gulan a 2010'an de tevî hevalên xwe Şîrîn Elemholî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan hate darvekirin. Ji malbata Kemanger heta niha 16 kes ji ber firkrê siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve hatinê darvekirin.
Nameya mamoste Ferzad Kemanger beriya bê darvekirin bi demeke kurt ku ji dildara xwe re nivîsandiye, ji nameyekê wêdetir mîna manîfestoya hezkirina azadî, jiyan û xwaka welêt e. Nameya Kemanger a di bin siya sêpayê îdamê de nivîsî ye wiha ye:
Cardin silav nazdara min
Dema te ji min pirsî ji kîjan awazê hez dikî da ji min re bilorînî, ji bo demekê ponijîm, bêdeng bûm, min hizra xwe ser û bin kir da bikaribim awaza ku hemû hestên min piştî demeke dirêj a dûrbûna ji te nîşan bide, bilêv bikim.
Min xwest xweştirîn û aşiqanetirîn awazê hilbijêrim. Lê min hêj navê awazê negotibû ku te awaza ''Nazdara Miryem'' bi xweşî ji min re got, da têlên telefonê wan hemû hest û şahiya te û awaza nazdara Miryemê bigehêne dilê min.
Pirsa te û awaza ‘Nazdara Miryem’ hencetek bû bo nivîsandina wê dilnivîsê. Nameya ku dizanim bi caran dê vebibe û dê were xwendin, lê hêvîdarim kesa dawî ku nameyê dixwîne tu bi xwe bî.
‘Min berê xwe da awazên welatê xwe’
Dilovana min; her strana ku min di hizra xwe de hilbijart, nîşanek ji sêdarê, ramûsana dawiyê, zilma çevsêner, qamçiya bê edaletiyê, cewra nêçîrvan û hêsirên dayikan tê de hebû.
Ji vê tirsiyam ku tiliyên te bi lêketina wan hemû peyvên tije êş, ji jenînê rawestin. Min berê xwe da awazên welatê xwe.
Min dît di muzîka me de jî şopa xwîn, bêhna risas û şopa postalên eskerî heye. Dîsan tirsiyam ku çavên te bigirîn û ji bo jenînê hêzek di destên te de nemîne.
Min biryar da ji te re bêjim, tu bi xwe helbestekî binivîsî û awazeke tije hêvî biafirîne. Awaza ku bi dizî nebêjin, hêdî di dil de neyê gotin û ji ber vê neyêne girtin, awaza ku bi gotina wê, çavên me tije hêsir nebin û berê me nede çarçoveya wêneyên daliqandiî yên ser dîwar, û nebe sedema hilke hilka giriyana me.
Awaza ku bi gotina wê, bikarîn dest di destên hev de li dora agirê Newrozê, bi dengekî bilind biqêrîn, bikenîn, govendê bigrîn û bi hev re awazê bêjîn.
Tenê ji bîr neke: noteya awazê ji bo keçikekê binivîse ku hez dike Maderê (dayik) bi ‘Dayê’ û Zen(Jin) ‘Jin’ binivîse. Lê mixabin, mixabin nizane ku di sibe rojê de dema bû dayik, bi hêviya cinsiyeta nêr bûnê li tovê rehima wê digerin.
Ji bo keçikekê ku di welatê wê de, jin ji bo geheştina mafên sereke yên xwe lazime hepsê bibînin.
'Çav li kaxeza li ser dîwarê girtîgehê digerîne'
Ji bo keçekê ku di sibe roja mezin bûnê de, li pey wendahiyên xwe yên hêja, girtîgeh bi girtîgeh digere û ji bo vedîtina navê ezîzê xwe, di nava kesên zindî de, çav li kaxeza li ser dîwarê girtîgehê digerîne.
Noteya awaza xwe ji bo kurekî binivîse ku dixwaze nan weke ‘Ekmek’ û avê binivîse ‘Su’. Lê mixabin, mixabin nizane ku sifreya wala ji nan a bavê wî yê karker bi tu ziman û peyvekî tije nabe.
'Ji bo dayika ku bi salane çav li derî'
Ji bo destên qelişî yê bavê vî, ji bo çavên ne ron yên dayika wî noteyekî binivîse ku mizgîniya nan be, noteya ku hizra feqîrî û newekheviya salên dûr û dirêj yên jiyana wî dubare neke.
Ji bo dayika ku bi salane çav li derî, li benda hatina zarokên xwe ye û hemû rojên pêncşeman goreke bê nav û nîşan û şikestî, dûr ji çavên xelkê hembêz dike, helbestekî binivîse. Dayika ku bi salan e ji ber ewqas hêvî û wefadariya xwe, roj şermezar kiriye.
Ji bo bavê ku bi dîtina her take dareke serwê, dikeve bîra tenêtî û xeribiya goristana ku bi salan e zarokê wî di nav xwe de hilgirtiye û ji dûr ve çav lê birriye û hesreta giryaneke ji dil, li ser mezara zaroka xwe di dil de hiştiye.
Helbestekî ji xwîşka ku hêjî hêviya şahiya di daweta birayê wê, li ser dilê wê giraniyê dike û her rojên înê û bi bihîstina dengê şadî û daweta xelkê re, li wêneyê toz girtî yê birayê xwe li ser dîwar dinêre û çavên wê ewrî dibin.
‘Bi min re yan bêy min here welatê min’
Dilovana min; bi min re yan jî bêy min, here welatê min. Gîliyan neke ku zêde jê hez dikim, bawer bike ji bo min pareke ji vê cîhanê, naxwazim dewra wê dîwarekî bikêşim û ji cîhanê cuda bikim, lê êş û janên bêhêjmar ên vî xelkî, girêdana bi welat re şirîntir dike.
Êşên ku bi salane di damar û rihên me û welatê me de cih xweş kiriye, janên ku hemzad û bi şêniyên wê re ye.
Awaza xwe hema li vê derê çêbike, lê bihêla tama tal a xizaniyê rîtma wê be. Helbesta xwe hema li vê derê binivîse, lê bihêle bila li ser bingeha hêvî û dinyayeke wekhev be.
Li vê derê; di nava çiya û daristanên berûyan de ku take piştîvan û hevalên xelkê welatê me ne, li kêleka rûbarên ku hêsirên negiryayî yên xelkê ji nav dilê çiyayan heya cihê dûr dibe, ku di tenêtî û deryayeke dûr de bigiriyên, rûnê û awaza xwe biafirîne.
Li vê derê, bi min re yan jî bêy min, vê hemû mezinahî û bedewiyê weke girêdana me bi welatekî re, ku hemû carê du zindiyên êşê ye, welatê ku zarokên wê ji bo êşkişandinê bejna wan bilind û mezin dibe. Rûnê; Li şûna min dest dane ser xaka welatê min û di guhê wê de bêje:
Ey xaka mak
Ey dayika welat
Li wir;
Di dilê te de
Hestî û bîranînên bav û kalên min veşartîne
Li wir;
Ejdad, kalik û zarokên min hatine defin kirin
Hey welatê min
Ey dayika bav û kalên min,
Xweziya cardin bedewiyên te his bikim
Li xweşik bûna te binêrim,
Tevlî bêdengiya te bibim
Xweziya min bikarîba êşên te bikewînim
Û
Hêsirên te bigirîm
xweziya...’
Bi hêviya cardin dîtina te û hilatina Rojê
Ferzad Kemanger / Girtîgeha Êvîn-Benda Heft
* Wergera ji Farsî: Dêrsim Oremar