Bi dehan malbatên Kobanê hem dixebitin û hem jî li qadê kon vedan û bi hev re dimînin. Kobaniyên 3 meh in, di nava şertên gelek giran de dijîn, û gotin ji ber pirsgirêkên aborî neçar in, bixebitin. Karker li zeviyan tevrik, komkirina pîvazan, avdana zeviyan, komkirina silkan û karên din de dixebitin. Jin jî piştî karên li zeviyan li konan de xwarin û karên din dikin.
Li konan ya ewil tê dîtin keda jinan e
Li konên 10-12 kes dimînin serê sibê jin paqijiya derdorê dikin û ji bo kesên rojiyê digirin amadekiriyan dikin û bi zarokan re mujîl dibin. Ji malbatên koçberbûn gelek xizmên wan di nava YPG û YPJ'ê de li hemberî çeteyên şer dikin û jiyana xwe ji dest dan e. Jinên Kobanê dema behsa zor û zehmetiyên jiyanê dikin, lenetê li DAIŞ'ê tînin.
Dixwazin vegerin
Jina bi navê Edlê Muro (70) a ku li gundê Yenî Mehmetlî yê Polatliyê dixebite diyar kir ku di nava şertên gelek giran de li zeviyan dixebitin. Muro anî ziman ku ji ber ku ji bo zarok û neviyên xwe yên li zeviyan dixebitin li ser sêlê nan çê dike li zeviyan naxebite û tenê dikare ji bo kesên dixebitin xwarinê çêbike û berê xwe bide zarokan. Muro da zanîn ku di nava YPG û YPJ'ê de gelek xizmên wê hene û ji wan hinekan jiyana xwe ji dest dan e. Muro xwest ku demildest vegera Kobanê.
Jin li her derê kedkar e
Jina bi navê Ferîde Zêda (48) jî diyar kir ku piştî meha Remezanê hat karê li nava zeviyan hêj bêtir zehmet bû û jin jî li konan di nava zehmetiyên mezin de dimînin. Zêde anî ziman ku li konan ceyran tuneye ligel ji keya ceyran xwestin heya niha ceyran ji wan re nehatiye dayîn. Zêde da zanîn ku piştî karker ji nava zeviyan vegeriyan xwarinê dixwin û pişt re radikevin. Zêde bilêv kir ku ji axa Kobanê dûr jiyan gelek zor e. Zêde da zanîn ku ew gelek bîra Kobanê dike û wiha got: "Dema mirov ji axa xwe dûr dikeve gelek nexweşî çêdibin. Dema mirov li warê xwe be serê mirov rihet e. Em dixwazin vegerin ser axa xwe."
Jinên din ên ji Kobanê hatin jî li konan têkoşînekî mezin didin û hesreta wan a li hemberî Kobanê her diçe mezin dibe.