Nivîskar û şoreşgerê Tirk Vedat Turkalî yê ku li nexweşxaneya lê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da, doh ji alî malbat, hevrê, dost û xwendavanên xwe ve hat oxirkirin.

Ji bo pênûsê berxwedêr ê wêjeyê, kedkarê sînemayê nivîskar Vedat Turkalî yê ku 5 roj berê dema li Nexweşxaneya Dewletê ya Yalovayê tedawî dibû û jiyana xwe ji dest da li Mizgefta Teşvîkiyeyê merasîma cenazeyî hat lidarxistin. 

Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, Endamê Lijneya Serokatiyê ya ODP’ê Alper Taş gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend jî di nav de gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn. 

Her wiha gelek sazî, partiyên siyasî, sendîka û her wiha rojnameya Ozgur Gundem a ku hat girtin jî bo cenaze çelenk şandin. 


‘Kesên wekî wî dê aştiyê bînin welatê me‘

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo malbatê sersaxî xwest û ji çapemeniyê re axivî. Demîrtaş bilêv kir ku nirxekî pir mezin winda kirine û wiha peyivî: “Em di rojeke geleke watedar de wî oxir dikin. Ji bo aştiyeke birûmet gelek keda wî hebû. Em di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê oxir dikin. Mîrateya ku hiştiye ji bo me ferman e. Kesên ku wekî wî difkirin dê aştiyê bînin welatê me.”

Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî nirxandina “Me hevrêyê xwe winda kir” kir. 


‘Mirovê berxwedanê bû’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî wiha axivî: “Turkalî ji bo me kesekî ku dîrokê û îro temsîl dike bû. Em bi helbest, nivîs, roman û gotinên wî ve ronî bûn. Ev mirovê berxwedanê bû. Ji bo azadiya gelên cihanê li ber xwe da. Em wî di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê oxir dikin.” 

Di cenazê de ciwanên endamên DEV-LÎS’ê yên wêneyên Turkalî di destên wan de bûn, tişortên ku li ser wêneyê Che Guevara heye, li xwe kirine bal kişand.  

Piştî nimêja nîvro ya ku dê bo Turkalî, cenaze li Mizgefta Zîncîrlîkûyêyê hat definkirin.


 DÎHA/STENBOL