Bi hezar salan tembûr û diyanet
Li cihê îro jê re Tel Îşçalî tê gotin, li perestgeha ji Îştarê/Starê çêkirî de ku jê re Îştar Kitîtum hatiye gotin, ji hezarsala sisiyan beriya mîladê 9 rolyef yan jî peykerên muzikjenan hene. Şeş ji van li harpê dixin û sisê jî li tembûrê dixin. Ev dever li ber çemê Diyala ye û li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye. Di serdema antîk de jê re Nerebtum hatiye gotin. Di metnên hingê yên edebî de gelekî behsa vê îmajê dihat kirin: dengê muzîkjen û stranbêjên pesnê xwedawenda didan yan jî şîn digirtin di nava perestgehê de xwe berdida nava bajêr. Heman metn behsa hewayeke zindî, kêfoyî û xweş a bi muzîkê li baxçeyên malên xelkê jî dikin. HEWLÊR