Lê polîsa êrîş li meşa ji bo azadiya Ocalan kir. Girseya di nav de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan û Emîne Ayna, Halîl Aksoy, Parlementera berê ya Yekîtiya Ewropayê Feleknas Uca, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Amedê Zubeyde Teker, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, rêveber û endamên TUHAD-FED, Diyar TUHAD-DER, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Amedê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî hebûn bi hezaran kesan xwestin ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ve bimeşin. Polîsan ku gelek caran mudaxeleyê girseyê dikir jî, her carê kom bi kom li cihên cûda yên li ser Kolanên Emek, Bariş û qada vala ya nêzî girtîgehê diciviyan.
Piştî hevdîtina parlementer û rêveberên BDP'ê yê bi rayedarên miduriyeta polîsan re hate kirin de, ber bi Mala Sersaxiyê ya Dîcleyê ve meşiyan.
Piştî meşê li ber avahiya Mala Sersaxiyê ya Dîcleyê sekinin û li vir ji bo armanca meşê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, axaftinek kir. Zumrut, da zanîn ku girtiyên di girtîgehan de ji bo pergala Îmralî qebul nekirin û pêkutiyên li ser zimanê zikmakî bê rakirin bedenên xwe ji mirinê re razandin e. Zumrut, da zanîn ku ew jî wek e hevalên wan nikaribûn ji van daxwazên mafdar re bêdeng mabûna û wan meşek li darxist. Zumrut, di axaftina xwe de ji bo beşdariya mitînga di 3'ê sermawezê de li Qada Îstasyonê pêk were bangewazî kir.
'Em destur nadin’
Tûglûk, bal kişand ser daxwazên girtiyên di çalakiya birçîbûnê de ne û wiha got: "Daxwazên rêhevalên me daxwazên me ne jî. Birêz Ocalan vîna vê gelî ye û divê ev vîn bê qebûl kirin. Birêz Ocalan temînata aştî û biratiyê ye. Divê êdî rayedarên dewlet û hikumetê bersivê bidin van daxwazan. Heke sererastkirina mercên tenduristî, ewlehî û azadiya Ocalan û perwerdehiya zimanê zikmakî neyê pejirandin ev faşîzm e. Em ji vir qêrîna xwe digihîjin qêrîna rêhevalên xwe. Ez bang li gel dikim ku xwedî li van daxwazên girtiyan derkevin. Ev yek ji bo me hemûyan azmunek e. An dê em ê li dora daxwazên rêhevalên xwe bibin çeper, an jî em dê bibin qûrbanê polîtîkayên înkar û tûnekirinê."
Piştî Tûglûk, Hevseroka BDP'ê ya Giştî Gultan Kişanak mafê axaftinê wergirt. Kişanak, diyar kir ku di girtîgehan de her roj gav bi gav rêwitiya bi mirinê ve diçe heye. Kişanak, da zanîn ku rêhevalên wan ên girtî ji bo azadiya gelê kurd dikin. Kişanak, ev tişt gotin: "Daxwazên girtiyan temînata demokrasî, aştî û azadiyê ye. Em dê li berxwe bidin, her xûlek têkoşîna xwe bilindtir bikin û em dê vê zilmî rawestîn in. Em dê destur nedin darbestek ji girtîgehan derkevin. Em dê vê yekê jî hêza xwe tevlî berxwedana girtiyan bikin re bi cih bînin. Kesên li hemberê vê berxwedanî derkeve jî dê pêşberî xwe me bibîn e. Em dê dilê xwe bi dilê wan ve denin, em dê bi hişmendiya xwe, ûjdana xwe û mirovahiya xwe bidin vê berxwedanî. Di 3'ê sermawezê de li Qada Îstasyonê mitîngekî mezin pêk bînin. Ez bawer im dê
mitîngekî bêhempa û heta niha nehatibe dîtin pêk wer e."
Piştî axaftinan, hezaran kes nîv seat çalakiya rûniştinê pêk anî û bi dirûşmeyan re belav bû.
DÎHA/AMED