Tevî Hevserokên KCD û BDP'ê bi hezaran kes çûn serdana malbatên kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dane û konê nobeta edaletê ku malbatan vedabûn ziyaret kirin.
Malbatên kesên ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan di rojên cejnê de ji bo ji kûjerên komkujiyê hesab were pirsîn, li gorîstanê konê nobeta aştiyê vedan. Gelê kurd mexdûrên komkujiya Roboskî´yê jibîrnekirin. Tevî  Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlementerên BDP'ê Emîne Ayna û Nursel Aydogan, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, Dayîkên Aştiyê û Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) bi hezaran kes çûn serdana Roboskî´yê û malbat tenê nehiştin.
KCD û BDP'ê li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û bi konvoyeke çûn Roboskiyê. Konvoy di derketina Şirnexê de demeke ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hate rawestandin.  Dema konvoy di rê de derbas dibû ji aliyê gel ve bi çepik û tîlîliyan dihate pêşwazîkirin. KCD û BDP di ketina Roboskiyê de ji aliyê sedan welatiyan ve hatin pêşwazîkirin û pişt re derbasî goristanê bûn. Malbatan li goristanê wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan hilgirtin. Ji ber goristan ji mezrayê dûr bû û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk li gel pirsgirêkên tendurîstî û hişyariyan dîsa çû ser goristinê. Turk, bi alîkariya malbatên Roboskiyê derket ser gir. Piştî hemû girse gihişte ser goristanê dua hate xwedin. Piştî rêzgirtinê girseyê sirudên Kurdî  xwendin û sloganên " Şehîd namirin" û "Qatîl Erdogan"  berzkirin.


Bawerî qasî van çiyayan mezin e
Piştî axaftina Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axivî û wiha got: "Baweriya gelê Kurd a vê dozê qasî wan çiyaya mezin e. Gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê li hemberî wan pêk tê ji bîrnekirin. Gelê Kurd ev zext têk birin. Êdî girtin, îşkence gelê kurd ji dozê venagerîne. Êdî gelê Kurd tenê nabêje 'An azadî an azadî' gelê kurd daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî, çandî û nasnameya xwe dike. Gelê kurd bê nasname najî. Gelê kurd ji bo aştî azadiyê li her qadê têkoşînê dide. Erdogan dibêje 'ez li hemberî zilmê me' lê zilma li dijî kurdan dike nabîne. Roboskiyê rûyê dewletê yê qirêj derxistiye holê." Turk, bal kişand ser qezaya li tirafîkê û anî ziman ku li hemberî daxuyaniya walî çavkaniyên herêmê dibêjin hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan 18 ne.

Roboskî ezmûna mirovahiyê ye
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî axivî û wiha got: "Me 34 canên xwe winda kirin. Êşa wê weke niha hîn nû ye. 34 kesên jiyana xwe ji dest dan wê di dîroka Kurdistanê de bijîn. Hikûmeta AKP'ê li her derê li hemberî gelê kurd komkujiyên wisa pêk anîn. Hikûmata AKP'ê hikûmeta kurdan înkar dike ye. Roboskî ezmûna mirovahiyê ye. Malbat bi serkeftî ji vê ezmûnê derketin. Malbatan ji bo kiryar bên dîtin dest ji têkoşîna xwe bernedan. Em jî her tim li cem wan bûn. Emê bibin endamekî vê têkoşînê."
Piştî axaftinan girse vegeriya gund.

 DÎHA/ŞIRNEX