Ji bo gêrîlayên HPG'ê Leyla Altan (Arjin Garzan), Mizgin Aratemur (Hêvî Roj), Asiye Gunduz û Asuman Mucel (Viyan Dîrok) ku li navçeyên Farqîn, Hezo û navenda Êlihê konên sersaxiyê hate vedan û bi hezaran kes çûn serdanên sersaxiyê.

Heyeta BDP´ê li Êlihê çû serdanê

Heyeta ku di nav de Cîgirê Hevserokê BDP'a Amedê Mehmet Yeşîlbaş, Şaredara Bîsmîlê Cemîle Eminoglû, Şaredarê Misircê Necat Yilmaz, Serokên BDP'ê yên navçeyên Çinar, Farqin, Hazro, Bîsmîl, Misirc, Hezo, endamên Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, nûnerên DÎAY-DER, MEYA-DER jî di nav de cîh girt, tevî hezaran kesan çû serdana konên sersaxiyê.  Heyeta BDP´ê pêşî li taxa Îpragaz a Êlîhê ji bo  gêrîlaya HPG'ê Selma Avci (Berfîn Rozerîn) çû serdana sersaxiyê û ji malbatê û gelê Kurd re sersaxî xwest.
Heyetê û girseya pê re paşê li gundê Eynhesen ê navçeya Hezoya Êlihê çû serdana konê sersaxiyê yê ji bo gêrîlaya HPG'ê Mizgîn Aratemur (Hêvî Roj) hatibû vedan. Paşê heyetê bi karwana wesaîtan û girseyeke qelabalix ji bo HPG'ê Leyla Altan (Arjîn Garzan) li gundê Yenîkoyê çû serdana sersaxiyê. Heyetê ji vir jî derbasî gundê Mîreliya yê Farqînê bûn. Li vir jî ji bo gêrîllaya HPG'ê Asuman Mucel(Viyan Dîrok) serdana sersaxiyê pêk hat.

'Emê xwedî li doza wan derbikevin'
Di hemû serdanên sersaxiyê de rêz hate girtin û axaftin hate kirin. Di serdanan de li ser navê heyeta BDP'ê Cîgirê Hevserokê BDP'ê yê Amedê Mehmet Yeşîlbaş axaftin kir û diyar kir ku, ewê li têkoşîn û doza kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane xwedî derkevin. Yeşîlbaş, kesên ku jiyana xwe ji dest dane rêhevalên Viyan, Zîlan û Bêrîtananin û wiha got: "Niha li çar aliyê Kurdistanê şîn heye. Ji bo azadiya gelê kurd keç û xortên kurdan mil didin hev û têkoşîna azadiyê didin. Emê li doza wan xwedî derkevin."

Li Edene ji bo Perîhan Parlak sersaxî
Malbata gerilaya HPG'ê Perîhan Parlak (Berîvan Semsur) jî li Komeleya Bulamiyan a li taxa Gulpinarê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê konê sersaxiyê vekir. Endamê Meclîsa BDP'ê Cîhan Sîncar, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Edene Ferdî Sonmez, rêveberên BDP'ê û endamên MEYA-DER'ê û bi sedan kes li hev kom bûn û heta konê sersaxiyê meşiyan. Di meşê de wêneyên 15 gerîlayên HPG'ê yên jin hatin vekirin û sloganên "Şehîd namirin" û "Qatîl Erdogan" hatin gotin.
Di serdanê de Endama Meclîsa BDP'ê Cîhan Sîncar axivî û diyar kir ku dewlet di şer de israr dike û wiha got: "Heta welatê me azad dibe wê têkoşîna me berdewam bike. Emê her tim di riya lehengên xwe de bimeşin."
Mamê gerîllaya HPG'ê Perîhan Parlak Huseyîn Parlak jî di axafina xwe de li dijî operasyonan nerazîbûn nîşan da û got: "Serokwezîr her roj dibêje 'bila dayîk negirîn' lêl her roj bi operasyonan xwîna mirovan dirêje. Tu rûmetê nîşanî mirovan nadin."

Li Geverê ji bo gerîlla Orbay serdanên girseyî

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî ji bo gerîlaya HPG'ê Meyaser Orbay ( Dîljîn Cîlo) konê sersaxiyê hate vedan û bi sedan kes çûn serdanê. Şaredarê Geverê Ercan Bora, nûnerên saziyên civakî jî di nav girseyê de cîh girtin. Berdevka Dayîkên Aştiyê Sidika Tayyar di serdanê de axivî û li dijî polîtîkaya şer ya AKP´ê nerazîbûn nîşan da û xwest ji bo aştiyeke mayînde şer bi dawî bibe.

DÎHA/AMED