Xebatkarên Heyva Sor a Kurd 42 kes û 3 rêveber in, hemû bi awakî dildar dixebitin. Di vê dema ku li derdora herêma Kobanê şer û pevçûn dijwar bûne de, Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Navenda Tenduristiyê 2 ambolansên xwe û ekîpên tenduristiyê ji bo dermankirina şervanên YPG’ê erkdar kirin. Navenda Heyva sor a Kurd ji seat 09.00’an herta 16.00’an vekirî ye û rojane xebatkarek, bijîşkekî gîştî, bijîjkekî pispor û 2 xebatkar li dermanxaneya Navendê dimînin.

Ji ber buhaya zêde ya dermankirina navendên taybet ên bijîşkên Kantonê, welatî berê xwe didin navenda Heyva Sor a Kurd. Endamekî Heyva Sor a Kurd Canda Berkel diyar kir ku rojane ji 40 heta 60 kesî serdana navenda wan dikin û têne dermankirin. Berkel got ku ji roja 7’ê çileya 2014’an de wan nêzî 3 hezar û 380 nexweş derman kirine. Derbarê mijarê û xebatên Heyva Sor a Kurd de Pisporê Nexweşiyên Giştî Dr. Elî Mihemed axiv û wiha anî ziman: “Ji ber dorpêçkirina herêmê Komên ji aliyê DAIŞ’ê ve di navenda me de gelek kêmasiyên wekî alavên tenduristiyê yên pêwîst mîna îko û alava pîvana lêdana dil derketin. Ji ber tunebûna van alavan bijîşkên pisporiya nexweşiyên dil û jinan kêm in. li aliyekî din kêmasî di aliyê peydakirina dermanan de derdikevin tevî vê yekê jî  ji sedî 95 ji dermanên raçêtên nexweşan têne peydakirin.”
Di heman çaroveyê de Endama Komîteya Belavkirina Şîr û pêdiviyên zarokaa Gulistan Hesen derbarê kar û xebata ku Heyva Sor a Kurd li herêmê pê rabûne de axivî û wiha got: “Li gel dermankirina nexweşan navenda me hin malbatên xizan, koçber û malbatên şehîdan xwedî dike, heta niha xwedîkirina nêzî 50 malbatan girtine ser milê xwe û pêdiviyên zarokan ji derman, şîr û hwd… peyda kirine‫.‬”
Gulistan Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku piştgiriya madî û manewî di van rewşan de bidin welatiyên Kantona Kobanê‫.‬


DICLE EHMED/ANHA/KOBANÊ