Li paytexta Belçîkayê Brukselê bi hezaran kes li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava meşiyan.

Li ser banga platforma ‘Defend Rojava’ bi hezaran kes ji Fransa, Elmanya, Holanda û Belçîkayê çûn Brukselê.

Meşê saet 13:45’an li nêzî Gare du Nordê dest pê kir û li pêşiya Gare Centralê jî bi dawî bû. Di meşê de alên YPG û YPJ’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ocalan hatin hildan. Di çalakiyê de dirûşmên ku dewleta Tirk şermezar dikin hatin gotin.

Çalakgeran xwest ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk hêzên navneteweyî bi erka xwe rabin. 

 

 BRUKSEL