Bayik: Mam Zekî Şengalî dizanî ku zext û fermanên li dijî civaka Êzîdî tenê bi têkoşîna tevgera PKK´ê wê bi dawî bibin. Ew şoreşgerekî xwerû û bi rastî bû. Ji bo endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona Civaka Êzîdiyan, Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ku 15’ê Tebaxê li Şengalê ji ber êrişa dewleta Tirk şehîd bû, li bajarê Elmanyayê Celleyê, merasîmek hate lidarxistin. Malbat û hevalên wî, endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Komun û Meclîsa Jinan jî di nav de bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn. Qisekeran diyar kir ku Şengalî şervanekî mezin ê azadiyê yê sedsala 21’ê ye. Hevserokê NAV-YÊK’ê Tarik Hemo ji bo Şengalî got, “Ji bo cihanê lehengek bû, ji bo Kurdistanê jî Mam bû.” Hemo got, “Avabûna Êzîdxanê têkoşîna wî ji xwe re esas digire.” Di merasîmê de bi navê KJK, KCK, KCDK-E, NAV-DEM, TJK-E, KOMAW, TAJÊ, Hevgirtina Ciwanên Êzîdî, Komuna Jinê ya Şehîd Meryem û NAV-YÊK’ê destegul hatin danîn. Bibîranîn pêr li avahiyeke komên antî-faşîst ên Elman bi kar tînin, pêk hat ku dîwarên wê bi resm û nîgarên ji Şoreşa Rojava hatine xemilandin. Hola bibîranînê bi serî ve tijî bû û bi sedan kes jî li der ve man. Bi giştî bêhtirî 3 hezar kesan beşdarî merasîmê dibin. Li herî pêş zarokên Mam Zekî, hevjîna wî, birayên wî Îbrahîm û Suleyman hene. Giregirên civaka Êzîdî, hevrêyên Mam Zekî, hunermend, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyan jî amade bûn. Xwedî derketina li têkoşînê Li hola merasîmê baweriya di çavan de çawa xwe dide diyarkirin, wiha jî di qisekirinan de her kes hemfikr e ku êrişa li dijî Mam Zekî Şengalî li dijî îradeya miletê Êzîdî ye. Di axaftinan de dewra pêşeng a Mam Zekî derket pêş û hat gotin, ew ji ber vê yekê hedef hatiye girtin. Di peyama Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK´ê û hevrêya Mam Zekî, Sozdar Avesta de, dema ku îşaret bi rola Qasim Şeşo di êrişa bêbextane de hat kirin, li salonê her kesî xema xwe bi dengê xwe da der. Ji endamên malbatê, hevjîna Mam Zekî, Gulê, birayê wî Suleyman û kurê wî Edip Ozden, malavahiya xelkê hazir kir ku ew tenê nehiştin û paşê jî got, ew ne tenê zixmê wan lê yê tevahiya gelê Kurd e. Bersiva herî baş Şengala xweser e Endamên malbatê di axaftinên xwe de pesend kir ku ew ê xwedî li têkoşîna Zekî Şengalî derkevin û wê dewam bikin. Di merasîmê de peyama Hevserokê KCK´ê Cemîl Bayik jî hebû ku digot, “Mam Zekî Şengalî dizanî ku zext û fermanên li dijî civaka Êzîdî tenê bi têkoşîna tevgera PKK´ê wê bi dawî bibin. Ew şoreşgerekî xwerû û bi rastî bû. Di azadkirina Şengalê de bi roleke pêşeng rabû. Wî tevahiya jiyana xwe yekîtiya miletê Êzîdî ji xwe re kir esas û ji bo vê têkoşiya. Bersiva herî baş a li dijî şehîdkirina wî, wê bibe Şengaleke xweser.” Hevserokên NAV-YEK´ê Çîçek Yildiz û Yilmaz Gunay jî got, “Tirsonek û bêrûmetan ji bo malê dinê, ew ji nava me qut kirin. bi qasî ku birîna me kûr e, serê me bilind e.” Li ser navê civaka Asûrî Suryanî jî Numan Ugur peyivî û got, “Mam Zekî ne tenê şehîdê Êzîdiyan e. Ew şehîdê hemû civakên bindest e. Bi kesayeta xwe ya mutewazî, ew ê timî di dilê gel de bijî.” Li ser navê KNK´ê Abdullah Îbrahîmzade jî got, “Mam Zekî şehîdê çar parçeyên Kurdistanê ye. Di saxiya we de jî û di şehadeta xwe de jî wî gel anî cem hev. Em ê wî bi mutewazîbûn û kedkariya wî bi bîr bînin.” Di tevahiya axaftinan de sersaxî ji malbata Mam Zekî, gelê Êzîdî û temamê gelên Kurdistanê re hat xwestin. CELLE

Dewleta Tirk qatil e

Li gelak bajarên welatên dinyayê çalakiyên şermezarkirina êrişa li dijî engalê dewam dikin. Bajarê Elmanyayê Giessen û yê Awustralyayê Sydney jî didu ji van bajaran bûn. Li bajarê Giessenê, Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî û Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî hat bîranîn. Meclîsa Jinê ya Berçem û Meclîsa Gel a Giessenê bi vê armancê meş û mîtîngek organîze kir. Kurdistaniyên li Giessen, Wetzlar, Marburg û derdora wê tevlî çalakiyê bûn. Girseya gel bi pankartên li ser nivîsandî “Em ê efû nekin, em ê ji bîr nekin”, “Dewleta Tirk daristanên Kurdan dişewitîne, dewleta Tirk herêmên Kurdan dişewitîn” ji Berlîna Platzê dest bi meşê kirin. Li Kîrchenplatzê di mîtîngên de êrişên dewleta Tirk careke din hat şermezarkirin û soza dilsoziya bi têkoşîna Mam Zekçî Şengalî re hat dayîn. Li Sydneyê jî ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a li Şengalê, çalakiyek hate lidarxistin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Gel çalakî organîze kir. Nûnerên NCDK û Komîteya Piştgiriya bi Rojava re li qada çalakiyê axivîn û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd şermezar kirin. GIESSEN/SYDNEY