Cenazeyên Endamên HPGê Mizgîn Aratemur û Nebahat Oztekîn doh ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyên gerîllayên HPG'ê Mizgin Arat Temur (Hêvî Roj) û Nebahat Oztekîn ji aliyê hezaran kesan ve bi sloganên Şehît Namirin hatin definkirin. Malbatên endamên HPG'ê Leyla Altan (Arjin Garzan), Mizgin Aratemur (Hêvî Roj) û Nebahat Oztekîn ku pêr cenazeyên zarokên xwe ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û birin Hezoyê.
Derebe nehatin vekirin
Doh ji bo 15 gerîllayên jin yên li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dane gelê Kurd şîn girêda. Li Şirnexê, navçeyên Mêrdînê Nisêbîn, Dêrika Çiyayê Mazî û li navçeyên Amedê Bismil û Farqînê derebeyên dikanan nehatin vekirin.
Karwana cenaze hate rawestandin
Karwana cenaze di derketina navçeya Êlihê Hezoyê de ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Konvoya ku ji sedan wesayit pêk tê, polîsan tenê li maşîneyên ku rêveberên BDP'ê û endamên meclîsa şaredariyê têdene kontrola nasnameyan kir. Polîsan bi gelek maşîneyên zirxî pêşî li karwanê girt, lê paşê rê hate vekirin. Malbatan, li gel endam û rêveberên BDP'ê û saziyên sivîl ên civakî bi konvoyek ji sedan maşîne pêk dihat birin gundê Toncoy û Eynhesen.
Hezaran kes tevlî merasîmê bûn
Cenazeyên ku pêr li gundê Eynhesenê hatibûn rawestandin. Doh bi hezaran kes piştî cenaze ji mizgeftê girtin bi karwaneke mezin birin Ziyareta Şeyh Xelil. Di merasîma cenazeyê de tevî endamên KCD'ê û parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata gelek rêveber û şarêdarên BDP û rêveberên MEYA-DER'ê jî amade bûn.
Girsê pankarta reş ku ji bo 15 endamên HPG'ê qurnefil anîbûn bicihkirin. vekirin û meşiyan. Girsê di meşê de pankarta wêneyên endamên HPG'ê, posterên Ocalan, Mahsum Korkmaz û alên PKK'ê hilgirt û bê navber slogan got.
Li gund merasîma bi heybet
Cenazeyên endamên HPG'ê Mizgin Arat Temur û Nebahat Oztekin ji aliyê hezaran kesan li gund hatin pêşwazîkirin. Di merasimê de jinan darbestên 2 endamên HPG'ê danîn ser milê xwe û heta goristana gund meşiyan. Cenaze li tenişta hev li Ziyareta Şêyh Xelîl hatin definkirin. Piştî 2 cenazeyên endamên HPG'ê yên jin hatin veşartin girseyê rêz girt û sirûaa Çerxa Şoreşê xwend.
´Kurd wê xwedî li doz û mafê xwe derkevin´
Di merasima cenaze de Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku hemû êşên giran bi gelê kurd dan jiyandin û wiha got: "Kesên li ser xwîna kurdan siyasetê dikin îxanehat herî mezin bi kurdan dikin. Me Lezgin Taştekin li vir defin kir. Em îro jî 2 kesên din dikin mêvanê Lezgîn. Bila kesên xiyanetê bi gelê kurd dikin baş zanibin ku ciwanê kurd wê heta dawî li doz û mafê xwe xwedî derkevin û xiyanetê bi hevalên xwe nakin. Îro li Kurdistanê dîrok tê nivîsandin. Em di nivîsandina dîrokê de têkoşîna 15 jinên ku li çiyayê Kurdistanê şehit ketine dibînin.
Ji malbatan banga yekîtiyê
Pişt re dayika Nebahat Oztekin Saniye Oztekin axivî û xwest êdî kurd bibin yek û li dijî hev xiyanetê nekin. Dayika Oztekin; bang li cerdevanan jî kir û xwest êdî hişê xwe bidin serê xwe û îxanetê bi gelê xwe re nekin. Cenazeyê endama HPG'ê Leyla Altan ji ji bo li gundê gundê Nû defin bikin bi girseyî ber bi gundê Nû ve bi rê kirin.
Ji bo Leyla Altan merasîma mezin
Cenazeya gerîllaya HPG Leyla Altan(Arjîn Garzan) jî li gundê Nû hate veşartin.
Karwana bi sedan wesaîtan cenaze bir gund. Li gund bi hezaran kes cenaze bi sloganan pêşwazî kir. Jinan darbesta Altan hilgirtin û ber bi goristanê ve meş hate lidarxistin. Di meşê de tevî pankarta ji bo 15 gerîllayên jin yên jiyana xwe ji dest dane, wêneyên Altan hatin hilgirtin. Di derbasbûna cenazeyê de fîşekên hewayî jî hatin teqandin.
Li gorîstanê piştî rêzgirtinê, cenazeyê Leyla Altan bi sloganan hate veşartin. Rêveberê MEYA DER yê Êlihê Mahmut Soner di merasîmê de axivî û ji bo zilma li ser gelê kurd û bindestan bi dawî bike bang li hikûmetê kir û got: "Elbet rojek ev zilm wê bi dawî bibe û dawiya Erdogan jî wê bibe weke ya Saddam."
'Têkoşîna jina kurd wê dewam bike'
Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî di axaftina xwe de diyar kir ku wê gerîllayên jin yên HPG'ê bibe mijara destanan û wiha got: "Dema Leylayê têkoşîna azadiyê bir çiyayan jina kurd di vê astê de nebû lê niha bi sed hezaran û bi milyonan jinên kurd têkoşînê dimeşînin. Kesên ev operasyona li dar xistin dixwazin peyamekê bidin jinên kurd. Lê bila baş bizanin ku têkoşîna ji Leyla Qasiman heta Leyla Altanan berdewam kir wê her tim berdewam bike."
19 sal bi têkoşînê derbas bû
Xwîşka Endama HPG'ê Altan Sohbet Altan jî axivî û wiha got: "Em îro Leylayê ya ku 19 salan têkoşîna azadiyê da bi serbilindî û bi rûmet li cem bav û bapîrên xwe vedişêrin."
Piştî axaftinan girseyê gul danîn ser gora Altan û bi slgona "Şehîd namirin" ji goristanê veqetiyan.
ELÎH
7 malbat çûn Meletiyê
Malbatên 7 gerîllayên HGP'ê yên di operasyona herêma Bedlîs û Sêrtê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin çûn Meletiyê.
7 malbatên gerîllayên HPG'ê yên di operasyona bejahiya herêma Bedlîs û Sêrtê de jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan birin Meletiyê, ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin doh çûn Meletiyê.
Malbat serî li dozgeriyê dan
Malbatên 7 endamên HPG'ê ji bo cenazeyên zarokên xwe teşhîs bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Malbatên endamên HPG'ê Meyaser Orbay (Diljin Cilo), Selma Avci (Berfin Rozerin), Ozlem Atsak (Ronahî Dersim), Gurbet Altun (Rojevin Amed), Asuman Mucel (Viyan Dirok), Bedriye Akti û Perihan Parlak (Berivan Samsur) serî li Dozgeriyê dan. Malbat piştî karê serlêdanê bi dawî bikin û cenazeyan teşhîs bikin çav li rê ye ku cenazeyên xwe wergirin. Hate diyarkirin ku 2 malbatên din jî ji Sêrt û Êlihê ji bo cenazeyan wergirin diçin Meletiyê.
14 cenaze li morgê ne
Di bejahiya Bedlîs û Sêrtê 15 endamên HPG'ê û li Cudî jî 5 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn û heta niha 6 malbatan cenazeyên xwe wergirtin. Hîn bi giştî cenazeyê 14 gerîllayan li morga Tiba Edlî ya Meletiyê tên rawestandin.
MELETÎ
Serdanên sersaxiyê didomin
Ji bo gerîllayên HPG'ê Welat Argiş (Berîtan Timok) û Şehrîban Argiş (Ruken Batman) ên ku pêr li navçeya Bismîlê hatin definkirin, bi hezaran kes çû serdana sersaxiyê.
Ji bo gerîllayên HPG'ê Welat Argiş (Berîtan Timok) û Şehrîban Argiş (Ruken Batman) yên li şerê di navbera Bedlîs û Sêrtê de jiyana xwe ji dest dan û pêr cenazeyê wan li naçveya Bîsmîlê ya Amedê hate veşartin, li taxa Sanayiyê konê sersaxiyê hate vekirin. Bi hezaran kes kom bi kom ji bo sersaxiyê çû serdanê.
Tevî hezaran kesan, Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu, Şaredarê Farqînê Fadil Erdede, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Ferqînê û Bîsmîlê jî çûn serdana sersaxiyê. Di axaftinên serdanê de li dijî operasyonên eskerî û nerazîbûneke tund hate nîşandan.
Dayîka Welat Argiş (Berîtan Timok) Saniye Argiş di axaftina xwe de ji hemû gelê kurd re sersaxî xwest. Dapîra Argiş Zumrette Argiş jî wiha got: "Dilê me şewitî. Xwedê mafê me li cem Erdogan nehêle. Canê hemû hevalên keça min sax be. Heta em saxbin emê di riya Serokê xwe de bimeşin."
AMED