Çalakiyên hunerî yên bi armanca piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê di roja 7‘emîn de li gundê Eqîbê yê navçeya Şêrawaya yê kantona Efrînê hatin lidarxistin.

Tevgera Çand û Huner çalakiyên xwe bi dirûşmeya “Bi rêgezên Neteweya Demokratîk ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşînê bikin” organîze dike. Ev çalakî dewam dikin.

Bi sedan şêniyên navçeyê beşdarî çalakiya li Eqîbê bûn.

Endamê Desteya Çand û Huner, Neyazî Umer li vir axivî û diyar kir ku armanca çalakiyan piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê û parastina nasnemaya gelê Kurd e.

Piştî axaftina Umer, Koma Çiyayê Kurmênc ya girêdayî Desteya Çand û Huner, dîlanên filklorî pêşkêş kirin.

Paşê jî, Koma Rojava şanoyeke li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê û berxwedana di nava 58 rojan de pêşkêş kir.

Koma Afirînerên Hêviyê jî şanoyek pêşkêş kir derbarê wê yekê de ku bi hevgirtinê hêza mirovan xurt dibe û bi parçebûn hêza mirovan lawaz dike.

Koma hunermendên Efrînê stranên şoreşgerî li ser berxwedana Efrînê got, beşdaran jî li ber stranan govend gerand.

Tê payîn ku çalakî îro li gundê Xirbekê yê navçeya Şêrawayê bi dawî bibe.

 

ANHA / EFRÎN