Ji bo min pêwist bû ku ez hevalên xwe jî hînî kemanê bikim. Ji bo wê, min komek bi navê Şehîd Rohînda û Şehîd Hêva ava kir. Ez fêrî çi dibim, hevalên xwe jî fêr dikim. Dema şahî çêdibin em derdikevin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş dikin.

FÎDAN EBDULLAH / JINNEWS/ŞEHBA

Rûmîne Sîdo bi temenekî ciwan hem fêrî kemanê dibe, hem jî hevalên xwe fêr dike. Rûmînê têkildarî kemanê got, “Min dengê kemanê bihîst û gelekî bala min çû ser. Di wê kêliyê de min biryar da ku ez fêrî kemanê bibim. Em bi hunerê xwe li dijî dagirkeran disekinin.”

Rûmîne Sîdo ji gundê Çolaqa yê Cindirêsê ya ser bi Efrînê ye. Rûmîne bi piçûkayî dest bi fêrbûna amûra kemanê kiriye. Rûmîne hem dersa kemanê dibîne hem jî hevalên xwe fêr dike. Rûmîne niha li Şehbayê bi cih bûye û weke mamoste li navenda Tevgera Kevana Zêrîn, cihê xwe digire.

Dengê kemanê ew heyranî xwe kir

Rûmîne li ser meraqa xwe ya fêrbûna kemanê wiha peyivî: “Di destpêkê de min li navenda çand û huner a Efrînê cihê xwe di komên govend û stranan de digirt. Min pirr dixwest di warê hunerî de xwe bi pêş bixim. Min di destpêkê de dixwest xwe fêrî tembûrê bikim, paşê min dengê kemanê bihîst û gelekî bala min kişand. Di wê kêliyê de min biryar da ku ez fêrî kemanê bibim.”

Dagirkeriyê bi wê nekarî

Rûmîne got, êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê nekarîne bi meraqa wê ya ji bo muzîkê: “Dema dewleta Tirk êrişî Efrînê kir, bi rojan rê hatin girtin, lê êriş li hember meraqa min nebû asteng. Di nava êrîşan de me perwerdeya xwe ya hunerî domand. Dema Efrîn hat dagirkirin, min xeyn ji kemanê, tiştek bi xwe re neanî. Li Şehbayê ji bo em ji hunera xwe qut nebin, koma bi navê Şehîd Hêvî me ava kir û perwerdeya xwe me li malan dewam kir. Paşê navenda çand û huner ava bû, em derbasî navendê bûn û me perwerdeya xwe domand.”

Hem fêr dibe û hem fêr dike

Rûmîne teqez kir ku ew hem hînî kemanê dibe, hem jî hevalên xwe hîn dike û wiha pê de çû: “Li Efrînê hêjmara me pirr bû, lê niha ez bi tenê mam. Ji bo min pêwist bû ku ez hevalên xwe jî hînî kemanê bikim. Ji bo wê, min komek bi navê Şehîd Rohînda û Şehîd Hêva ava kir. Ez fêrî çi dibim, hevalên xwe jî fêr dikim. Dema şahî çêdibin em derdikevin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş dikin. Ji ber aloziya Sûriyeyê ez ji dibistanê qut bûm, lê niha li kêleka kemanê fêrî xwendinê jî dibim. Em bi hunerê xwe li dijî dagirkeran disekinin.”