
NÛREDÎN OMER ANHA / EFRÎN
Şeş şêwekarên ku cihê xwe di nava Yekîtiya Rewşenbîran a navçeya Bilbilê ya Efrînê de digirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xêz kirin û diyarî saziyên sivîl û eskerî kirin.
Li navçeya Bilbilê ya ser bi herêma Raco ya kantona Efrînê, Yekîtiya Rewşanbîran ji bo rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were diyarkirin, dest bi çalakiya konvedanê kiribû û çalakiyê 3 rojan dewam kir.
Resmên şêwekaran yek ji rengê çalakiya konvedanê bû. Şêwekaran bi tabloyên xwe doza azadiya Ocalan kir. Ji endamên Yekîtiya Rewşenbîran, 6 şêwekaran di 3 rojên çalakiyê de ku heta doh dewam kir, 7 wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xêz kirin. Wêneyên Ocalan ku hatine xêzkirin di rewşên asayî de hefteyekê didomin, lê şêwekaran xwe êşand û bi hewldanên xwe di 3 rojan de 7 wêne xêz kirin. Şêwekar Erdal Ibrahîm diyar kir ku wan di van tabloyan de dilsoziya xwe bi Ocalan re aniye ziman.
Çalakiya konvedanê ya Yekîtiya Rewşenbîran ku 3 rojan dewam kir doh bi daxuyaniyekê bi dawî bû.