LÎNA CANKÎR/ANHA / GIRKÊ LEGÊ


Jiyana Hisên Elî mîna resmên wî ye, bi tecrûbeyên êş û zehmetî tijî ye, her tabloyeke wî rewşa her parçeyekî Kurdistanê, çîrokên biyaniyê, koçberî û şer vedibêje. Perîka wî dateyên piçûk xêz dike, lê di navaroka xwe de deteyan kûr vedibêje, tê de hişyar dike ku dema em tê re derbas dibin, ne wekî demên berê ye.

Di xeyalên Hisên Elî de dîtinên wî mayinde ne û di tabloyên xwe de bibîranînên xwe dibêje, “Her tiştek min dît, her kesek, bajarek, çîrokek min bihîstî, di bîra min de mane. Ez van çîrokan di tabloyên xwe de dibêjim. Ji ber ku jiyan dibistana herî mezin e, tabloyên min peyameke ji bo mirovahiyê ne. Bi ya min, dîroka Kurdistanê bi mîlyonan tablo ye. pêwîstiya mirov bi xeyalan tineye, lê bi rastiyê heye. Peyama min a ji bo mirovahiyê ew e; karê min ne dûrî yê şervanekî ye, ez ê zarokan fêrî hunerê şêwekariyê bikim, hêviya min jî ew e ku hezkirina mirovahiyê di dilê her kesî de biçînim.”


‘Ez bi hunerê xwe beşdarî şoreşê dibim‘

Berhemên Hisên doza gelê xwe vedibêjin, kelemên jiyanî û têkoşîna li hember van keleman parve dikin. Hisên dibêje, “Ez dikarim, tenê bi hunerê xwe beşdarî şoreşê bibe. Zehmetiyên jiyanê hene, em di demekê re derbas dibin, nabe em bibêjin em westiyane, ji ber ku ev dem pirr girîng e.”

Tabloyên Hisên dîroka Kurdistanê, jiyana kurdan, êş û azarên berê û yên niha, her wiha şoreşên wê vedibêjin, “Dema niha parçeyek û wêneyek ji dema borî ye, lê dema niha ji bo me derfetek e, her kesek li ser vê axê dijî, berpirsyar e. Heger em vê derfetê bi ser nexin, wê dîrok me efû neke.” Hunermendê şêwekar van fikr û hizran bi rengên kesk û sor xêz dike.


Pêşangeha daîmî li Girkê Legê

Hisên Elî, li gel şêwekariyê, berhemên li ser belor, textan, remilê jî çêdike. Hunermendê şêwekar Hisên Elî sala 2015‘ an li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û hejmarek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê pêşengeha bi navê “Qêrîna Welêt” vekir. Hisên Elî niha li bajarê Girkê Legê pêşangeheke dayîmî vekiriye, rojane welatî berê xwe didin pêşangehê. Li aliyekî din jî amadekariyên vekirina pêşangeheke li gelek bajarên Rojava dike.


Jînegeriya Hisên Elî

Hunermend Hisên Elî, sala 1965‘an li gundê Gir Zîwan ê girêdayî bajarê Qamişlo ji dayîk bûye. Hisên Elî xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe qedandiye û yên navîn û amadehî jî li dibistanên Qamişlo qedandiye. Ji zarokatiya xwe ve ji şêwekariyê hez kiriye û dixwest ku xwe di şêwekariyê de bi pêş bixîne. Ji bo pêkanîna xewna xwe ya zarokatiyê berê xwe da Şamê û beşdarî navenda Hunerî ya Edhem Îsmaîl bû. Lê rewşa zehmet ya jiyanê li şûna ku xwe ji huner re vala bike, li pêşya wî dibû asteng. Ji bo wê li gelek bajarên Kurdistanê mîna; Silêmaniyê, Dihok, li Bakurê Kurdistanê, her wiha Beyrût, Edene û Tehranê û hin welatên din di gelek karên cûda de xebitî. Ew niha her berheman diafirîne û bi şêwekariyê hem tecrûbeyên xwe û hem dîrokeke civakî îfade dike.