Şêwekarê bi navê Mihemed Hafiz yê ji Suriyeyê li Emerîkayê bi pêşangehek cuda bal bire ser wêrankariya li Suriyeyê heye. Pêşangeh rastî elaqeyek mezin a geştiyaran hat.
Şêwekarê bi navê Mihemed Hafiz yê ji Suriyeyê ku niha li Emerîkayê koçber e, li muzexaneya Brooklynê ya li New Yorkê peşangehek vekir. Pêşangeha Hafiz rastî elaqeyeke zêde ya geştiyaran hat.
Tabloyên Hafiz bi rêngê sê alî (3D) û bi deng hatine amadekirin û wêrankariya ku di encama şerê li Suriyeyê de çêbûye, radixe ber çavan.
Hafiz di hevpeyvînên xwe yên li gel kanalên Emerîkî de dibêje, ew naxwaze nasnameya xwe ji mêvanên pêşangehê re eşkere bike û behsa Suriyeyê bike. Hafiz dibêje, ew dixwaze tenê bi rêya tabloyan rewşa Suriyeyê nîşanî cîhanê bide.
NEW YORK