Şêwekarên jin ên ciwan Sultan Ozkul û Zeynep Yazlik bi pêşangeha xwe balê dikşînin ser qirêjkirina hawîrdorê û dixwazin di mijara lêvegerîn yan jî ji nû ve bikaranînê de bîrewer bikin.

Pêşangeha wêneyan ya herdu şêwekarên ciwan taybet e, ji ber ku wan ji bo berhemên xwe tişt ji nû ve bi kar anîn. Berhemên wan jî gelek balê dikişînin ser xwe.

Sultan Ozkul a 14 salî got, ev 3 sal in ku wê bi mamosteyê xwe re xebatên bi bandor çêkirin, di lîse û zanîngehê de jî wê vî karê xwe dewam bike.

   

Sultanê got, qederê 200 berhemên wê yên tuwalê hene û di serketina wê de bawerî û piştgiriya malbata wê bi bandor bûye: “Armanca min e ku bibim şêwekareke bi bandor. Huner reng e. Jiyan ne reş û sipî ye, kes jî ne bê reng e. Ji bo kes rengê xwe bibîne, divê bi rengan re bê cem hev. Ez di berhemên de xwe rengîn dibînim. Ez dikarim bêjim ku min xwe dît.”

Tablo ji bermahiyan

 Zeynep Yazlik a 16 salî jî diyar kir ku huner kêfxweşiyeke mezin e û got, bi xebatên xwe ew hewl dide vê kêfxweşiya xwe nîşanî her kesî bide: “Çêkirina wêneyan, rêbaza herî xweş a ku pê hest bên ziman e. Me ji derve tu piştgirî negirt. Ji bo em balê bikşînin ser qirêjkirina hawîrdorê, em ji alavên bermahiyê tablo û şovale çêdikin.”

 

JINNEWS / MERSÎN