Stransaz Mudî Stançêk ku ji 15 saliya xwe ve bi hunerê re mijul dibe, saleke bi dîtina nota yên ser tableteke xwedî rabirdûyeke 3 hezar û 400 salî ye û aîdî Huriyan e, dest bi stranên dîrokî kir. Strançêk destan û buyerên dîrokî dike stran. Stransazê 30 salî Mudî Strançêk ê ji Mahserta Mêrdînê ye ji 15 saliya xwe ve bi hunerê re eleqedar e. Strançêk salên destpêkê bi sazjeniyê re eleqeder dibe û paşê hêdî hêdî dest bi nivîsîna stranan dike, heta niha 550 stran nivîsîne û piraniya stranên wî bi muhtewaya xwe li ser evîn, xweza, şer, penaberiyê ne. Ev saleke ku Strançêk dîrokê bi awazan û hêza hunerê re dike yek û stranên bi gotin û bûyerên dîrokî çêdike.
Xemla bi hestên Kurdî
Ew destan, bûyer û evînên ku bûne malê dîrokê bi awaz dike. Wî diyar kir ku salek berê wî dema wî medyaya civakî dişopand, notayeke beriya bi 3 hezar û 400 salan û aîdî gelê Huriyan û stranbêjek Fransî ew bi gotin kirî, ditiye û got: “Piştî ku min lê guhdar kir min dît ku hestên Kurdî tê de tine. Min nota sererast kir û awaz jêre çêkir. Tişta bala min kişand ew bû ku melodî pir nûjen bû. Wê jî nîşan da ku her çend dem derbas bibe jî, hestên mirovan nayên guhertin.” Strançêk da zanîn ku ji ber melodî dîrokî bû û ji jinek bi navê Nîkalê re hatibû nivîsîn wî jî hewayeke mistik lê zêde kiriye û jê re awaz û gotin peyde kirine. Strançêk piştî wê 5 stranên din jî (Nîkalê, Ludîn Grand, Keya Kisar, Gilgamêş, İnana Dumuzî, Anv Nak) ji dîrokê wergirtine û bi gotinên aîdî wê demê awaz û helbest ji wan re çêkirine.Ew dibêje ku her dixwaze bi vê yekê rabe.
Bi hunerê dîrokê balkêş dike
Strançêk dest nîşan kir ku ji bo ew straneke têkildarî dîrokê çêbike ew destpêkê ew mijara ku hilbijartıye pirtûkan li ser dixwîne û got: “Dema yek bixwaze dîrokê bixwîne dibe ku jê re nexweş bê, ez bi hunerê dîrokê balkêştir dikim. Min xwest hestên ku nehatine ziman bi hunerê bînim ziman.” Strançêk da zanîn ku ew naxwaze albûman çêke û herî dawî got: “Ez ê çêkirina stranên di der barê dîrokê de bidomînim, lê ez albûman çênakim. Ji bo stranên dîrokî, heke kesek bixwaze û wê karibe xwe tê de bibîne ez dikarim jê re bibim alîkar.”
MÊRDÎN