Rêzan Hisên ê ji Kobanî, pîşe û hunerê xwe yê dartraşiyê ji Rojava biriye paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêr.

Ew ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ´ê koçber bûbû. Rêzan ê 30 salî zewicî ye û 2 zarokên wê hene. Ew pêşî li kampeke penaberan a li ser sînorê Hewlêrê niştecih bûye. Rêzan niha karê dartraşiyê dike, di heman demê de bi destrengiya xwe dekorasyona dîwaran û nexşên li ser deriyan jî çêdike.

Rêzan ê niha li Hewlêrê, têkildarî kar û xebata xwe dibêje, “Ev 20 sal in ez vî karî dikim. Piştî ku hatim Hewlêrê jî min ev kar domand. Dixwazim bi bipêşxistina karê xwe êdî pêwîstî nebe ku em neqş û dekoran ji welatên derve bînin.”

Hunerê xweşikiya di kar û xebata Rêzan de ku di berhemên wî de xwe nîşan dide, her wiha bûye sedema karibe bibe xwediyê karê xwe. Rêzan niha di nav pîşesaziya Bakur a di navbera Hewlêr-Mexmûrê de dixebite.

Rêzan dekora xwemalî çêkir

Şîrketa ART DIL hiştiye Rêzan karibe hunerê xwe hê zêdetir bi pêş bixe. Xwediyê şirketê Elaeddîn Ebûd dibêje, “Berê ev neqş û dekor ji derve dihatin Herêma Kurdistanê. Kalîteya wan jî ne baş bû. Lê belê piştî me hoste Rêzan nas kir, me dît ku em dikarin dekoran bi xwe çêkin û hem jî bi kalîteyeke baştir. Em wan dişînin derveyî Kurdistanê jî.

Di şirketa me de niha 12 kes dixebitin. Bi giştî welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê ne. Di demên pêş de ji bo em karibin berhemên xwe bişînin welatên din jî em ê karê xwe bi pêş bixin.”

 

ROJNEWS/HEWLÊR