
Çalakiyên Pexşan û Helbestan ên Huseyîn Çelebî ku ji aliyê YXK'ê ve tên lidarxistin, ji bo cara 23´yan destpê kir. Di pêşbirkê de îsal di nava beşa wêjeyê de cih ji berhemên bi zimanê Ermenî re jî hebe.
Derbarê destpêka qebûla berheman dei Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tê bibêrxistin ku 15'ê Gulanê û pê ve miracaetên ji bo çalakiyên wêjeyî destpê kirine û hat gotin, "Ji bo çalakiyên wêjeyî heta 31'ê Tebaxa 2015'an çîrok (berhemên pexşanê) û helbest dikarin werin şandin. Îsal tevî zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî, berhemên bi zimanên Ermenî, Tirkî û Elmanî jî tên qebûlkirin."
YXK'ê da xuyakirin ku têkoşîna şoreşa Kurdistanê di asta Ronesansa Kurd de ye û destnîşan kir ku vejîn herî zêde xwe di çand, huner û qadên din ên civakîbûnê de dide der.
Diyarî mexdûrên qirkirinê
Bi munasebeta 100. salvegera Qirkirina Xiristiyanên Anatolya û Mezopotamyayê, YXK'ê pêşbirka îsal diyarî gelê Ermenî, şoreşgerên li Rojava û Şengalê jiyana xwe ji dest dayî, gelê Asûrî û hemû gel û çandên li Mezopotamyayê yên rastî qirkirinê hatî, kir.
YXK'ê da zanîn ku par 485 berhem tevlî çalakiyên wêjeyî bûne û îsal di beşa wêjeyê de wê ji berhemên Ermenî re jî cih were veqetandin.
Şert û mercên beşdariyê
23. Çalakiyên Pexşan û Helbestan ên Huseyîn Çelebî, mîna her sal îsal jî ji du beşan pêk tê. Beşa yekemîn; ji 15'ê Gulanê heta 31'ê Tebaxê qebûlkirina berheman e. Ev berhem wê ji aliyê jûriyan ve werin nirxandin.
Beşa duyemîn jî; çalakiya fînalê ye. Di 17'ê Cotmeha 2015'an de wê li bajarê Elmanya Dortmûndê bi merasîmekê berhemên serketî werin ragihandin. Zimanên berheman wê Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî, Soranî), Elmanî, Ermenî û Tirkî be. Pêwîst e berhem beriya niha li ti deverê nehatibe weşandin. Beşdar, di beşa helbestan de bi du berheman, di beşa çîrokan de jî dikarin bi berhemekê tevlî bibin. Beşdar divê li gel berhemên xwe nivîsek li ser kurte jiyana xwe heta 31'ê Tebaxa 2015'an bişînin. Beşdarên derfeta wan nîne, wê karibin berhemên xwe bi rêya e-mailê bişînin. Di nava juriyên zimanên cihê yên beşên helbest û pexşanê de Fatma Savci, Rênas Jiyan, Medenî Ferho, Dilaver Zeraq, Mazhar Roj, Denîz Gunduz, Haydar Diljen, Îhsan Espar, Mansour Teyforî, Fatîma Moumounî, Vazrîg Bazîl, Pakrat Estûkyan, Hîcrî Îzgoren, Şukru Erbaş, Gunay Aslan, Guler Yildiz jî hene.
Kesên dixwazin beşdarî çalakiyên wêjeyî yên Huseyîn Çelebî dikarin berhemên xwe bişînin navnîşanên li jêr:
Navnîşana postê:
Edebiyat etkinliği Postfach 10 03 10, 44003 Dortmund
E-mail: huseyin-celebi@yxkonline.de
Ji bo agahiyên berfireh binivîsin ji info@yxkonline.de re.
NAVENDA NÛÇEYAN