Meclîsa Tenduristiyê ya girêdayî Meclîsa Kantona Şehbayê ji bo ku xizmeta Efrîniyên koçber bike, navendeke tenduristiyê li gundê Um El-Hoş ê ser bi navçeya Ehresê vekir. Li navenda tenduristiyê, cihê nexweşiyên hundir, bijîşkê diranan, 2 hemşîre, dermanxane hene. Navenda tendirûsiyê rojane 20 nexweşan derman dike. Her wiha nêzî 25 kesên nexweşên diranan jî derman dike. Kadroyên tenduristiyê tevî derfetên xwe yên kêm, alîkariya nexweşan dikin. Lê derfetên navendê kêm in û pêwîstiya wê bi alîkariyê heye. ŞEHBA