Ji bo pêşî li têgihiştineke şaş girtinê, divê ev bê zanîn, dînê Îslamiyetê dînekî aştiyê ye. Hem di dema pêximber de û hem jî di dema Selhaddînê Eyûbî de ev hatiye îspatkirin. Lê Îslamîst ne Îslam in, ew tenê vî navî ji bo armancên hin tarîqatên krêt, der û dor û berjewendiyên emperyalîstan bi kartînin. Divê hemû mislimanên dilsozê dînê xwe ne, xwedî li Îslamiyeta rasteqîn derkevin û pêşî li van Îslamîstan bigirin.

Dema mirov li serkariya îsalmîstan dinêre vê rastiyê gelek zelal dibîne. Li Îranî ew bi sozên li ser Quranê dabûn hatin ser kar, lê îro encama wê komara qaşo Îslamîst li ber çavan e. Heta Saddam jî bi navê dîn tevgeriya, ji Quranê peyva „Enfal“ girt û bi sedhezaran Kurd di bin vî navî de qetil kir. Dema mirov li Sûdanê, li Saûdî dinêre ev rewş hê zelaltir dibe.
Amêrîqa û welatên NATO qaşo li Afganîstan, Pakîstan, li her derê cihanê li pey El Qaideyê ye; mirovan di bin navê terorîstên Îslamîstan de li her derê digirin, lê bi giştî li Sûrî û xisûsî li Serêkaniyê, bi destê hevalbendê xwe yê Tirk bi hemû hêza xwe ve piştgiriya komên Îslamîst dikin ku bikanin destkeftiyên Kurdan têk bibin û wan li gor armanca xwe bikarbînin (ew lezgîna Fransayê, lezgîn û piştgiriya AKP ya li ber çavên cihanê li ber pêk tê vê zelal dike). Wan Talîban jî ji bo berjewendiyên xwe li dij Sovyetê bikaranîbûn, lê dema karê wan qediya jî êrişkirin.
Her çendî Fetullah û tarîqata wî li hin welatên cihanê qedexeye jî, ew di hemêza wan de rûniştiye, fermanên kujeriya Kurdan dide.
Ev serkariya îro li ser kar e (AKP), bi tevê hevkarê xwe gulenciyan di nava sentêza Tirk Îslam de aliyên herî sextekar, bêbext bi dek û dolab e. Dest davêje her pirsgirekên civakê, çawa ku bixwaze wan çareser bike, xuya dike, berê bi vê bala cihanê dixapîne, li pey jî dejenere dike, vala derdixe û difetisîne.
Ew di hemî agirbestan de jî, ji bo ku bikane, hin planên xwe yên ber bi dîktatoriyê têke jiyanê, ew agirbest bikaranîn, li pey ku karê wan qedya jî, yasaya tekoşîna dij terorîzmê ya ku bi destê Cemîl Çîçek dabûn derxistin, daxistin qada jiyanê û dest bi qirkirina siyaysî kirin.
Di vê pêvajoyê de jî qaşo hêviyeke aşitiyê daye vekirin, lê di bin navê „Entegre û çekdanînê“ de dixebite ku rêbaya pîsîkolojiyeke wisa biafirîne, çawa ku li dij Tevgera Azadî bi serketibe, Tevgera Azadî li ber şêmûga teslîmbûnê be, di mecbûrîyeta hemû daxwaziyên padîşahê zemane pejirandinê de mabe, tevdigere. Ne ev helwesta wan, ne jî axaftinên wan axaftinên aşitiyê ne. Jixwe projeyeke wan a aşitiyê jî tune. Tenê li aliyekî li gor berjewendiyê YDA yê tevdigere, li aliyê din jî bi hemû dek û dolaban, bi xiniziyeke wisa dixebite ku bikane wê ranta tekoşîna çil salî jî bixwe. Jixwe baş tê zanîn ku li pêş me du hilbijartin hene, ya  şaredariyan û ya serokkomariyê. Erdogan jî hemû planên xwe li gor mijara serokkomarî, yan jî sîstema serokatiyê amadekiriye.
Ya duyem dema mirov li van dehsalên dawiyê dinêre, dibîne ku tenê armanceke wan heye, ew jî ji bo dîktatoriya xwe welatekî şêniyên wî ji mîyên gêj pêk hatî, afirandine. Jiwê; roja hat ser kar, wek margîse rengê qaşo demokrasiyê li xwe barkir, hetanê radeyekê hemû saziyên dîktatoriya kemalîstên xwedîgiravî laîq girte bin kontrola xwe, metodên wan ên xwînîn wergirt, bi sextekariuyê xemiland û niha ji dixebita ku bi wan metodan muxalefetê Kurd ya di bin rêberiya Tevgera Azadî de bi tevê wan nûveyên muxalefeta gelê Tirk bi dek û dolaban bifetisînin û dîktatoriya xwe bidin rûniştin.
Divê ev jî neyê ji bîrkirin YDA ya dixwaze dizayneke nû bide Rojhilatanavîn, hêza sisyan Ya Rojhilata navîn, ango hêz Tevgera Azadî ji bo planên xwe wek kelemekê dibîne, lema dixwaze vê hêzê yan bi aliyê xwe ve bikişîne, yan jî hêza wê dixîne sewyeyeke wisa ku li pêş wê nebe kelem. Sextekarên sentêza Tirk-islam jî dixebite ku ji vê plana YDA yê sûdê wergire. Û li ser wê bingehê bigihîje armanca xwe. Lema jî tu niyeteke wan a aşitiyê tune.
Ku mirov li axaftin û kirinê wan jî binêre, mirov gelek bi zelalî dibîne ku ew li pey çi ne. Her çendî hê kujeriya li Parîsê bi her aliyê ve nehatibe zelalkirin jî, xuyaye ku ew li pey qetilkirina nirxên me yên pêşeng in. Hem mêjîgeniyên di bin navê Îslamîstan de û hem jî xwînxwarên xwe yên taybet ji bo têkbirina destkeftiyên Kurdan ên li rojava têkbirinê, di sînorê xwe re bi tang û topan dişîne ser Serêkaniyê. Qirkirina siyasî, operasyon, bombebarana Li ser Qendîlê, bê navber didomîne. Polîtîkwanê me yê di qada siyasî de tehdît dikin ku bikanin bikişînin ser xeta xwe. Mirov di kîjan çarçoveyê de lê dinêre binêre Îslamîst (wek AKP, Fetullahî) dogmatîk in û bi mejiyên dîktatoriya feodalîzmê dagirtîne. Ji wê jî bi wan re aştî nabe.