Bi jin jiyan azad Jineolojî
Jinên Kurd li bajarê St. Maximin ê Fransayê di kampa Jineolojiyê de civiyan ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve hate organîzekirin.
Jinên Kurd ên li Başûrê Fransayê, di kampa Jineolojiyê de civiyan. Kamp li bajarê St. Maximinê pêk hat û ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a Marsîlyayê ve hate organîzekirin. 40 jin beşdarî kampê bûn û kampê 4 rojan dewam kir.
Şevîn Kekîk ku bernameya perwerdeyê ya roja destpêkê ya kampê amade kir, îşaret bi baldariya jinan kir û got, perwerde ji roja destpêkê heta ya dawiyê gelekî erênî bû. Kekîk got, “Dema ku jin perwerde dibûn, zarokên wan jî bi wan re bûn û li nava xwezayê ji xwe re bi lîstikan dilîstin.”
Ji komîteya Jineolojiyê Zîlan Diyar li kampê qala dîroka tevgera jinên Kurd û pêvajoyên guhertinê kir. Diyar anî ziman ku jinên beşdar ên perwerdeya li kampê gotin, perwerde gelekî erênî bûye û bi saya vê perwerdeyê bêhtir ji xwe bawer bûne.
Yek ji mijarên sereke yên perwerdeyê, hevjiyana azad bû. Di roja dawî ya kampê de jinên beşdar lîstikên şanoyê pêşkêş kirin û koroya ji zarokan jî derket ser dikê. Kamp bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” qediya.
St. MAXIMIN