Li bajarên Rojavayê Kurdistanê çalakiyên piştgiriya kampanyaya YJA`ê ya "Bi jina Azad ber bi netewa demokratîk ve" û bîranîna sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dewam dikin. Bi sedan jin tevlî çalakiyên li li bajarên Dêrik, Tiltemir, Hesekê, Serêkaniyê û Şamê bûn.


Ji jinên ciwan meş

Tevgera Jinên Ciwan ên Welatparêz li bajarê Dêrikê bi vê armancê meşek lidar xistin. Mesa ku bi sedan jinên bajêr tevlîbûn ji meydana Azadî ta bi Navenda Ciwanên Şoreşger meşiya. Endama rêvebiriya Tegera Jinên Ciwan ên şoreşger Eylem Roj daxuyaniya Tevgerê xwend û piştgiriya xwe ya bi kampaniyaya YJA`ê re nîşan da.Bi heman armancê Konfederasiyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz li bajrê Dêrikê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û kokujiya Parîsê şermezar kirin.

Li Dêrik û Til Temirê civîn

Li bajrê Dêrikê Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Yekîtiya Star bi jinên endamên partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî. Civîn bi beşdariya gelek nûneran û rewşenbîran, li Navenda Zanizt û Perwerdeya Jinan a bajarê Dêrikê hate lidar xistin. Di civînê de mijarên girêdayî awayên bihêz kirina yekîtiya jinan û pitgiriya kampaniyaya YJA`ê hatin nirxandin. Rêxistina Yekîtiya Star li bajrê TilTemirê jî civînek lidar xist. 


Ji jinan çalakiya rûniştinê
Li bajrê Hesekê jî jinên endamên Yekîtiya Star, Prtiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, bi heman armacê çalakiya rûniştinê lidar xistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama komîteya "Dest bi dest ji bo Jinan" Suha Ebdilkerîm daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de komkujiya Parîsê hate şermezar kirin û ji raya nevnetewî hate xwestin ku kujeran aşkere bikin.

Piştgiriya bi şahiyê

Li bajarê Serêkaniyê jî rêxistina Yekîtiya Star û Navenda Waşokanî ya Çand û Huner şahiyek lidar xistin. Di şahiya ku bi sedan welatiyên bajêr û nûnerên rêxistinên siyasî û saziyên sivîl beşdar bûn de, Koma Hêlîn stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Di şahiyê de her wiha sînevizyona derbarê jiyana û têkoşîna Sakîne Cansiz, Leyla Şoylemez û Fidan Dogan de hate pêşandan.

Li Şamê civîn
Jinên taxên Riknedîn û Zorava yên bajarê Şamê jî bi heman mebestê civînek lidar xistin. Civîn bi beşdariya bi dehan jinên herdû taxan li Navenda Osman Sebrî ya Çand û Huner a li taxa Zorava hate lidar xistin. Endama Yekîtiya Star Şervîn Cûdî derbarê jiyan û têkişîna hersê jinên têkişer de axivî. Cûdî komkujiya Parîsê şermerzar kir û ji hikûmeta Fransayê xwest ku kujeran aşkere bike.

 NAVENDA NÛÇEYAN




YJA: Li dijî vê bê ehleqiyê rabin!

Koordînasyona Yekîtiya Jinên Azad (YJA), der barê  bûyera ku jina ciwan a ji Rojavayê Kurdistanê di 6’ê Çile de ji aliyê 6 kesî ve li Hewlêrê hat revandin û rastî tecawizê hat daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev bêahlaqiyeke mezin e.Kordînasyonê got: “Di nava rojê de li her qadê jin rastî taciz, tecawiz û lêdanê tên.  Komkujiya herî hovane salek berê di bihara kudan de li dijî kulîlkên azadiyê pêk hat. Tola her sê hevalên me şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî dê pêşî li qetilkirina jinan bigire. Gel û jinên kurd ev biryarbûn bi çalakiyên xwe derxistye holê. Bi vê wesîleyê em hemû çalakiyên 9’ê Çile slav dikin."

Bê ehleqiya herî mezin e

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku di encama ambargo û polîtîkayên dijminahiyê yên li dijî gelê Rojava de, bi hezaran kurd neçar man ji Rojava koçî Başûrê Kurdistanê bikin û got; Di bin şert û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê didin. Bê guman bandora şerê qirêj herî zêde li ser jinan dimîne. Yek ji van hovitiyên li hemberî jinan pêk tê li Başûrê Kurdistanê hatiye jiyîn. Nasnameya tecawizê nîne.  6 mêran tecawizê jineke kurd ya Rojava kirin û ev jî hovitiya herî mezin ya zîhniyeta serdest ya mêr e.
 
Piştî fetwayê pêk hat

Koordînasyona YJA’yê da zanîn ku di şerên ku tên meşandin di esasê de li dijî jinan pêk tê û êrîşên rêxistina El Qaîdeyê ya li dijî jinên kurd bibîrxist û got: “Hewldana El Qaîdeyê ya rewakirina tecawizkirina jinan, biryara dagirkirin û tecawiza li dijî gelê kurd e.  piştî ku El Nursa li Rojava fetvaya tecawiza jinan da, bûyereke bi vî rengî ne tesadufiye.

Tecawizkaran ceza bikin

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ev bûyera ku ahlaqê feodal jî dike bin piyan, ruyê tecawizkar yê li dijî jinên kurd û civaka kurd derxistiye holê. Gelê kurd û jinên Rojava wê vê fermanê qebûl nekin. Gelê me divê bêdeng menîne. Di serî de jinên başûrê Kurditanê û hemû jinên kurd divê dengê xwe bilind bikin. Divê hikûmeta KDP’ê van tecawizkaran bi awayekî herî giran ceza bike. Her wiha divê jin li dijî vê bêdeng nemînin û dakevin qadan û vê hovîtiyê lanet û şermezar bikin.

 NAVENDA NÛÇEYAN