Buroya jinê ya şaredariya bajarê Dêrikê ji bo bipêşxistina projeyên taybet ên jinan, tev digere. Di çarçoveya projeyên buroyê de derfetên kar ji jinan re têne peydekirin.

Di şaredariyên Rojava de rola jinan pêşeng e, jin di hemû beşan de kar dimeşînin û rola wan her li pêş e. Di hemû warên jiyanê de jin bi rola xwe ya pêşeng radibin. Ev beşdarbûn di şaredariyên gel de jî gelek ber bi çav e.

Endama rêveber a buroya jinê ya şaredariya gel a Dêrikê Cîhan Salih derbarê projeyên jinê de ji ANHA`yê re axivî û destnîşan kir ku ev projeyên jinan bi vîna jinê ya bihêz û xebatên wê yên ji bo bipêşxistina projeyên jinê, hatin pêk anîn. Cîhan Salih, li ser mijarê got: “Şaredariyên Şoreşa Rojava gelek derî li pêşiya jinê vekirin da ku ji nav dîwarê malê derkeve û ji bo bipêşxistina tevahiya civakê tev bigere.

Projeyên şaredariyê 

Ji projeyên ku derfeta kar ji jinan re afirandine, xwaringeha Çar Çêla ya xwarinên gelerî ye ku 9 jin ji bo amadekirina xweştirîn xwarinên gelerî tê de dixebitin. Bi awayekî nobetdar demên sibehan û êvaran di xwaringehê de dixebitin. 

* Kargeha dirûnê armanc dike ku folklora Kurdî vejîne, cilên folklorî yên Kurd didirûn û li bazarên bajarê Dêrikê belav dikin. Di kargehê de 6 jinên kedkar dixebitin.

* Nevendavenda bipêşxistina malbatê jî yek ji projeyên buroya jinê ye. 6 mamoste li navendê çavdêriya birêxistinkirina dewreyên bîrdozî û destkariyên hunerî dikin. Li gundê Siwêdiyê ya herêma Koçerat jî navendê şaxekî xwe vekir.

* Buroya jinê ya şaredariya gel a herêma Dêrikê çavdêriya dewreyên ajokariyê ya taybet bi jinan jî kir û heta niha 9 dewre organize kirin û bi dehan jinan beşdarî van dewreyan kirin. Niha jî amadekariya vekirina dewreya 10`emîn dike.

* Karkirina 16 jinan di firneya otomatîkî ya bajarê Dêrikê de dahateke başe ji gelek malbatan re, lê jinên kedkar ên firneyê ji ber dirêjahiya sateen kar û erzanbûna destheqiyê gazindan dikin. Jinan gazindên xwe ji bo başkirina şertên kar û zêdekirina mûçeya destheqiyê bag li buroya jinê ya şaredariya gel kirin.

Proje didomin

Li gor agahiyên ednama buroya jinê ya şaredariya gel Cîhan Salih, di pilansaziya buroyê ya 2017`an de proje hene. Armanca sereke ya wan projeyan ew e ku rola jinên gundî di vekirina projeyên li herêmên Koçerat û Beravê xurt bibe. ji van projeyan vekirina kargeheke xwarinên şêrîniyê û berhemên hevîr li gundê Xana Serê ya herêma Koçerat û vekirina  firneyeke nan li herêma Beravê, her wiha orgenîzekirina dewreyên hemşîreyê (tenduristiyê ) û dirûnê li wan gundan.

Li bajarê Dêrikê jî vekirina baxçeyeke zaroka û nevendeke sererastkirina amûrên kompyoterê, her wiha dewreyên hînkirina kompyoterê jî di nava pilansaziyê de hene.


NEJBÎR OSMAN / DÊRIK / ANHA