Mehmet Sevgat (Bedran) li gundê Halebî yê girêdayî navçeya Siwêrega Rihayê di sala 1959’an de hat dinyayê. Sevgat di 7 heftsaliya xwe de bi malbata xwe re koçî Hîlwanê dikin. Şehîd Bedran dibistana seretayî li Hîlwanê, dibistana navîn jî li Rihayê dixwîne. Xwendina xwe ya lîseyê li Dibistana Mamosteyan a Dêrsimê dixwîne. Piştre Enstîtuya Perwerdeyê ya Mêrdînê diqedîne û dîplomeya xwe ya mamostetiyê digire. Lê Bedran di vê peywirê de cih nagire, dest bi şoreşgeriyê dike.
Şehîd Bedran di nava malbatê de û ji hêla derdorê ve gelekî tê hezkirin. Bedran ji malbateke xizan e. Di nava civakê de tişta herî zêde bandorê li ser wî dike, zext û zordariya axayên li Hîlwan û Siwêregê ku li ser gel didin meşandin e. Piştî vê niheqiya li dijî gel dibîne, biryar dide ku li dijî vê hişimendiya rizyayî têbikoşe.
Mehmet Sevgat dema li Dêrsimê dixwîne, pêşengên PKK’ê Halîl Çavgun û Cuma Tak nas dike. Sevgat bi naskirina wan şoreşgerên Kurd re, êdî şoreşgerî gelekî bala wî dikişîne. Piştî rastiya li herêmê û faşîzma dewleta Tirk ya li ser gelê Kurd dibîne, êdî biryar dide ku di nava Tevgera Azadiyê de cihê xwe bigire. Bedran di gelek çalakiyên li Siwêreg û Hîlwanê ku li dijî Suleymanciyan û Bucakan pêk tê de bi awayekî aktîf cih digire û derbeyên mezin li van axayan dixin. Ji derveyî van herêman li gelek herêmên Kurdistanê yên wekî Serêkaniyê, Wêranşar, Dîlok û Amedê de jî di peywirên girîng de cih digire. Piştî derketina derveyî welat du caran li qada Lubnan û Filîstînê perwerdeyê dibîne. Bedran cara ewil bi Kemal Pîr, Delîl Dogan û Mahsum Korkmaz re perwerdeya leşkerî û siyasî dibîne û di sala 1980’yî de vedigere welat. 


 Têkoşîna li dijî 'Axayan'

Piştî demek direj a têkoşînê cara duyemîn ji bo perwerdeyê diçe qadê. Di vegera duyemîn de ji bo qada Botanê wekî fermandarê yekîneyê tê peywirdarkirin û piştî demekî wekî fermandarê ARGK’ê tê destnîşankirin. Şehîd Bedran di hemû taktîk û têkoşîna gerîlayan de serkeftinên gelek mezin bi dest dixe. Bedran di têkoşîna li dijî feodalîteyê de jî gelekî bi biryar e û di raporeke xwe ya dide rêxistinê de wiha qala girîngiya li dijî feodalîteyê dike: “Ez demeke dirêj e ku di nava vê rêxistinê de di hin xebatan de cih digirim. Min di gelek peywirên şoreşgerî de cih girt. Di nava vê demê de tişta herî bandor li ser min kir, têkoşîna rêxistinê ya li dijî Bucakan a li Hîlwanê bû. Bandora têkoşînê gelekî mezin bû û ev hêj berdewam dike.”
Belê têkoşîna li dijî axayên ku li ser gel faşîzm didan meşandin, ew gelekî bi pêş xistibû û vê têkoşînê derfetên pêşketina şoreşgerekî mezin di wî de afirandibûn. Ji bo şerê di navbera Tevgera Azadiyê û Bucakan veneguhere şerekî gundiyan, di heman rapora xwe de wiha dibêje: “Şerekî ku dişibiya şerê eşîran, li dijî têkoşîna tevgera me û li dijî rêgezên şoreşgeriya me bû. Lê dijmin em wiha dabûn zorê, me jî ev qebûl kiribû… Bi zelalî bêjim ku şerê gerîlatiyê li Siwêregê bihata meşandin, ev dê rêbaza herî rast û pêwîst bûya.”
 
Baweriya serkeftinê

Şoreşgerê Kurd Bedran perwerdeyên salên 1980’yî û xebatên bi hevalên xwe re yên wê demê bi rêbaza fermandar Egîd her dem li gorî çarçoveya rêbazên rêxistinê bi awayekî şoreşgerî pêk tîne û li gorî dem û saetê raporên xwe digire. Em tevgera wî ya şoreşgerî ya wê demê ji pênûsa wî bixwînin: “Em di 1’ê çileya 1980’yî de ji Hîlwanê derketin. Me di gelek hêlan de perwerde dîtibû. Ji bo serkeftinê baweriya min gelekî xurt bûbû. Em bi komek hevalan re derbasî Semsûrê bûn. Her hevalek dûre derbasî deverên cuda yên Kurdistanê bûn. Di van herêman de bi awayekî berfireh ji bo tevgera gerîlayan amadekarî hatibûn kirin. Piştî ku bi tevahî amadekarî bi dawî bûbûna, dê şerê gerîlatiyê dest pê bikira. Hin amadekariyên ku me li Lubnan û Filîstînê kiribûn jî ji bo vê bû. Me wekî qada tevgerê Semsûr girtibû dest. Her wiha ji derveyê Semsûrê, Riha, Dîlok, Gurgum û Meletî jî hebûn. Bi hatina cuntayê re me dixwest em şerê gerîlatiyê bidin destpêkirin. Lê di vê demê de rêheval Kemal Pîr hat girtin. Piştî berxwedana Gab û Blokê rêheval Delîl Dogan şehîd ket, rewş guherî.  Me dixwest bersiva vê bida, lê amadekarî kêm bûn. Em fikirîn  ku dê di vê demê de paşvekişandinek pêk bê, bêguman di meha  adarê de ji hêla partiyê ve paşvekişandin pêk hat.”
 
Girêdana bi rêxistinê re

Piştî paşvekişîna şoreşgerên Kurd, amadekariyên konferansê tên kirin. Bedran diyar dike ku  konferans di destpêkê de zêde bandorê li ser wî nake, lê bi rapora polîtîk re bandora konferansê ya li ser wî gelekî zêde dibe û hestên xwe yên der barê konferansê de bi van gotinan tîne ziman: “Min ji konferansê girîngbûna paşvekişandinê û girîngbûna xeta leşkerî  pejirand. Tişta ku ez di konferansê de li bendê bûm, gelekî zêdetir derket pêş.”
Şehîd Bedran piştî konferansê di perwerdeyên ku tên destpêkirin de, bi awayekî aktîf cih digire. Di van perwerdeyên siyasî û leşkerî de wekî bi hezaran şervanên Kurdistanê ew jî gelek pêşketinên şoreşgerî di xwe de çêdike. Şehîd Bedran di rapora xwe ya 10’ê tebaxa 1982’yan de wiha dibêje: “Ji vê demê pê ve peywira min a yekemîn ew e ku ez layîqê partî, welat û hevalan bim. Ez bawer im ku ez ê nebim ‘leşkerekî qels.’ Tişta herî girîng a ji bo min jî ev e.”
Ji derveyî wê, di wê demê de di hemû xebatên siyasî û leşkerî de cihê xwe girt. Şehîd Bedran bi sernavê “Di Tevahiya Dîrokê de Milîsiya Gel” belavokekî amade dike. Ji derveyî wê hin lêkolînên wekî “Şêwazê Têkoşîna Rêxistinê û Propagandaya Çekdarî” û “Di Dîroka Kurdistanê de Rarperînên Gel” pêş dixe.

Tercîha qada leşkerî

Bedran ji hêlekî ve perwerdeyên xwe bi pêş dixe û ji hêla din ve jî ji bo perwerdeya hevalên xwe alîkariyek girîng dide. Êdî ji bo vegera welat ji nûve amadekarî tên kirin û Bedran jî di van amadekariyan de bi awayekî aktîf cih digire. Di raporên xwe yên ku dide rêxistinê de ji hêla bawerî û têkoşînê ve gelekî bi biryar tev digere. Di hemû peywirên ku rêxistin dide pêşiya wî de, beyî ku dudilî tev bigere, daxwaza xwe ya wekî; “Tercîha min qada leşkerî ye” bi aşkerayî dibêje û di hemû peywiran de cih digire.
Êdî li tevahiya Kurdistanê bandora Tevgera Azadiyê xurt dibe. Her çendî dewleta Tirk şoreşgerên Kurd wekî ‘teror’ reş bike û bi vê rêbazê bandora wan a li ser gel bişkîne jî, di hemû rêbazên xwe de jî bi ser nakeve. Şehîd Bedran di axaftineke xwe de bandora şoreşgerî ya li ser gel bi van gotinan tîne ziman: “Her çendî dewlet şoreşgeran bi pênaseya ‘terorê’ reş bike jî, hewldana wan a ji bo veqetandina gel a ji şoreşgeran pêk nehat. Kurdistanê bêdengiya beriya bahozê dijiya û ev masiyê di torê yê ku avêtibûn binê deryayê, wisa dixwiya ku dê salên pêşiya wan gelekî dijwar bike. Di vê dema ku em li benda gelek pêşketinên girîng in de, heke rêbazên rast taktîkên şer baş bên şixulandin dê derbeyên mezin li cûntayê bikevin û dê nikaribe xwe ji sulavê rizgar bike.”
 
Sozê wekî rûmet dît

 Bi kongreya yekemîn re di komên yekemîn ku vegeriyan welat de cihê xwe digire. Di van salan de li dijî provakatorên ku Tevgera Azadiyê reş dikirin jî, têkoşînek mezin dide meşandin û girêdana wî ya partiyê hê bêhtir xurt dibe. Şehîd Mehmet Sevgan di sala 1983’yan de bi dirûşma “Soz rûmet e, em ê rûmetê nedin binê piyan” li başûr û rojhilatê Kurdistanê di nava girseyê de xebatên gelek girîng dan meşandin. Di gelek perwerdeyên siyasî û leşkerî de şervanên nû pêş xistin. Di xebatên herî girîng ên di vegera welat de di rêza pêşiyê de cihê xwe girt.
Şehîd Bedran di tevahiya xebatên rêxistinê de bi awayekî fedayî cihê xwe digire. Yek ji fermandarên Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an jî ew bi xwe ye. Her wiha di Tîma Propagandaya Çekdarî ya di 21’ê Adarê de di bin fermandariya Mahsum Korkmaz (Egîd) de li Dihê pêk hat de jî di asta fermandariyê de cih digire. Di vê çal kiyê de derbeyên mezin li dijmin dixin. Piştî van hemû pêşketinên şorşgerî, di Civîna Komîteya Navendî de, wekî fermandarê tîmê tê hilbijartin. Di dema fermandariya xwe de tîma di binê fermandariya wî de serkeftinên gelek mezin bi dest dixe û derbeyên mezin li dijmin dixe. Di sala 1985’an de wekî alîkarê yekîneya di bin fermandariya Mahsum Korkmaz de tê hilbijartin.
Erdnîgariya gelê Kurd bi sedan salan hatibû dagirkirin û azadî û hemû mafên wan ên mirovî hatibûn desteserkirin. Êdî ew gelê ku ji mirovahiya xwe şerm dikir, bi ked û xwîna qehremanên xwe û bi têkoşîna rizgariyê re dîrokeke nû dida destpêkirin. Ev têkoşîna ku hemû planên qirkirinê yên li ser gelê Kurd vala derdixist, êdî li Kurdistanê ji bo gelê Kurd rojeke nû dida destpêkirin. Belê nêzî 40 salan e Tevgera Azadiyê şerekî gelekî mezin dide meşandin. Bi vî şerî ku bi dehan salan e didome îro gelê Kurd ber bi Konfederalîzma Rojhi lata Navîn ve dimeşe û ne tenê rizgariya Kurdan, di heman demê de bi vê têkoşînê re, rizgariya hemû çand, netew û kesên ku ji hêla pergalê ve hatibûn tepisandin pêk tê.

Li dijî faşîzm û çeteyan bûbûn xof

Di hemû çalakiyên li dijî artêşa Tirk de, bi serkeftî vedigere. Her wiha di çalakiya li dijî Alaya Şirnexê, serdagirtina Şaxa Wanê (Çatak), êrîşa di meha tîrmehê de li dijî koma çeteyan ji 12 kesên pêk tê, serdagirtina Qereqola Ocaxa komirê ya Şirnexê, serdagirtina Qileban, Çelê û hwd. de jî derbeyên mezin li dijmin dixin. Di sala 1986’an de li qada Qilebanê peywir digire û di wê peywira xwe de jî gelek serkeftinên mezin bi dest dixe. Herî dawî di Kongreya 3’emîn a ARGK’ê de di fermandariyên ku di ARGK’ê de tên diyarkirin de wekî fermandar tê hilbijartin.
Di hemû peywirên ku tê de cih digire de bi ruhê fedayîtiyê têdikoşe. Herî dawî di 8’ê Nîsana 1987’an de li Çiyayê Herekolê bi leşkerên artêşa dagirker a Tirk re dikevin şer û di vî şerî de bi hevalên xwe re berxwedaneke bêhempa didin nîşan. Ji dijmin serdar û serpelek jî di nav de bi tevahî 60 leşker tên kuştin û ew jî di vî şerî de bi lehengî digihîje şehadetê.  Wî bi têkoşîn û lehengiya xwe di dilê heval û gelê xwe de cihê xwe girt û bêmirin bû. Têkoşîna wî û biryara wî ya ji bo jiyanek azad, her dem ji bo hevalên wî bû mînak û di 10 salên têkoşîna xwe de her dem bênavber li dijî dijmin şer kir. Belê dibe ku gelê Kurd û Tevgera Azadiyê lehengên wiha winda kiribin, lê di heman demê de ji bo ku lehengên wan ên wiha hene jî bi wan serbilind in.
 


MURAT SEKMEN / AMED