Xezala Salih 60 salî ye û li bajarê Serêkaniyê dijî. Xezal ji ciwantiya xwe ve ji çêkirina berhemên destan hez dike û piştî zewaca xwe jî domandiye. Beriya zewacê tenê wekî derbaskirina zemanê xwe yê vala, wekî keyfekê ev kar kiriye. Lê piştî zewacê bi armanca ku alîkariay hevserê xwe bike, ev berhemên xwe firotine.

Xezala Salih, bi tayê rîs goreyên zivistanê, kefî, palisqe û sicadeyên nimêjê çêdike. Piştî ku hevserê wê jiyana xwe ji dest da, vî karê xwe didomîne û jiyane xwe didomîne.


‘Ez muhtacî tu kesî nabim’

Ji ber ku gulokên tayê ji bo wê pêwîst e pir buhan e, Xezal cilên kevin ji hev vedike û bi tayê ku bi dest dixe berhemên xwe çêdike.Xezal, her pêdiyeke xwe ya wekî çêkirina xwarin û hw. bixwe bicîh tîne. Nanê xwe jî li baxçeyê malê di tenûrê de çêdike. Cîranên wê jî di tenûra wê de nane xwe çêdikin. Birayên Xezalê jî gelek caran, bi taybetî jî di rojên girîng ên wekî cejnan de, alîkariya madî didinê. Xezalê diyar kir ku ew muhtacî tu kesî nebûye û li mala xwe bi karê ku dike, jiyana xwe didomîne. Dayika Xezal anî ziman ku ew gelek berhemên xwe difiroşe, lê sicadeyên nimêjê bi xêra xwe dide kesên ku nimêj dikin. 


 SERÊKANIYÊ