Kovara Rozayê bi hejmara xwe ya heftemîn derket hemberî xwînêrên xwe.  Girtiyên siyasî, ciwan û xwendekarên zaningehan bi hev re kovarê ji weşanê re amade dikin.  Xwendekar, ciwan û girtiyên li dor Komuna Rozayê gihîştine hev, nivîsên xwe li vir berhev dikin û vediguherînin kovarê û ev kovar digihîje gelek bajar û bajarokên Kurdistan û Tirkiyeyê. Her wiha kovar di heman demê de jî ji Şirnexê heta Edîrneyê digihîje gelek zindanan jî. Li ser bergê hejmara heftemîn ya kovarê wêneyekî li Qendîlê cih digire û tê de bextewariya keçeke piçûk ya di wê kêliyê de ku bi gerilayekî re silavê li hev dikin hatiye nîşankirin. Di vê hejmarê de gotarên li ser çand û wêjeya Kurdî, helbest û çîrokên li ser gerîllayên jiyana xwe ji dest dayî û rexne û danasîna pirtûkan û mijarên cûr bi cûr cih digirin.


‘Peyama gerîllayê di wêneyê de û ya kovarê heman peyam e’

Gerinendeyê Karê Nivîsê yê kovara Rozayê M. Salih Erşarî li ser kovarê axivî û derbarê wêne de ku di bergê bi kar anîne, got: “Li hemberî bombebarankirina çiyayên welatê me, şewitandina daristanan, qetilkirina mirovan, hêvinemana di vê pêvajoya dawîn de, rasthatina ken û germahiyeke bi vî awayî mirovan hêvidar dike. Gerîlla ji bo hemû gelên ku li ser vê axê dijîn şewqa hêviyan e û navê parastina jiyanê ye. Me jî xwest ku bi kenê gerîllayekî em bibin bersiva vê kaos û taritiya ku dixwaze bê afirandin” û da destnîşankirin ku peyama wan a kovarê û ya gerîla heman peyam e.


Kovara paradîgmaya tevgera azadiyê

Erşarî da xuyakirin ku kovar bi awayekî komunal tê amadekirin û got: “Piştî ku fikra derxistina kovarekê derket holê, me bi hevalan re li ser rê û rêbazên ku wê kovar pê bê derxistin niqaş kir. Hevalên me bi hev re nîqaş dikirin hemû jî hevalên dilxwaz ên bîrdozî û paradigmaya tevgera azadiyê bûn û hemû hevalên bi vê yekê bawerkirî bûn. Lewre li ser wê meseleyê ku ‘divê ev berhem ji bîrdoziyê re xizmetekê bike’ de em gihîştin heman biryarê. Ji ber vê jî divê di destpêkê de em li gorî vê tespîtê tevbigeriyana.”


Ji bo ev meydan dîsa siyasî bibe lêgerîna heqîqetê pêwîst e 

Erşarî wateya polîtik ya kovarê destnîşan kir û da zanîn ku ew gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya “Huner lêgerîneke heqîqetê ye” ji xwe re wekî nexşeyê qebûl dikin û wiha dewam kir: “Em wêje û hunerê li derveyî meydana polîtîk nabînin. Huner jî wêje jî polîtîk in. Pergal di çarçoveya bîrdoziya xwe de û li gorî berjewendiyên xwe wêje û hunerê li hemberî civakê wekî çekekê bi kar tîne. Lê wêje û huner yên civakê ne. Ev meydana ku ji destê civakê hatiye girtin û li hemberî civakê tê bikaranîn, divê dîsa berê wan ber bi civakê ve bê zivirandin. Ji bo vê jî lêgerîneke heqîqetê ya demdirêj pêwîst e. Em jî heta ji me tê hewl didin ku bi hişmendiyeke wêje û hunereke civakî, bi taybetî huner û wêjeyeke Apoyî di ve riyê de bimeşin.”


Ji bo amadekirin û belavkirina kovarê bi dehan kes bi dildarî dixebitin

Gerînendeyê Weşana Giştî Dinya Yaman jî got, ew hewl didin xwe bigihînin her derî û wiha pê de çû: “Di belav kirina kovarê de hin pirsgirêk derdikevin. Lê em van pirsgirêkan bi rihê piştgiriyê çareser dikin. Ji dehan bajarên cûda heval bi dil ji bo belav kirinê alikariya me dikin û ev piştgirî bi xwe bersiva xwesteka me ya li ser piyangirtina rihê komunê ye.” Yaman, axaftina xwe wiha domand; “Ji gelek derdorên cûda, ji wêneyê bergê heta naveroka kovarê gelek rexneyên erênî ji me re hatin. Piştî her hejmarê xwînerên kovarê zêdetir dibin. Û ev jî ji bo me kêfxweşiyek e.”


Banga xwedîderketina li Roza´yê

Yaman, di dawiyê de girîngiya kovarê ya ji bo Kurdî anî ziman û got: “Hemû hevalên ku bi nivîsê re eleqadar divê bi Kurdî binivîsînin. Em siberojê encax dikarin ji îro ve ava bikin. Em zimanekî jî encax dikarin ji îro ve bigihînin siberojê. Em tenê nabêjin deriyê me ji hemû hevalên ku bi Kurdî dinivîsin re vekiriye, em dibêjin ev kovar ya wan e, ev der mala wan e. Roza ya me hemûyan e. Em bang li hemû hevalan jî dikin ku li Rozayê xwedî derkevin û bila bibin parçeyekî vê xebatê. Me ev xebata bedew bi giyana komunê aniye vê astê û divê em bi hev re lê xwedî derkevin.” 


 DÎHA / ENQERE