Li Gundê Mezraşêxan Dengbêja gund a bi navê Cevahîr bi klamên xwe yên berxwederî û dilşewat jiyan û berxwedana jinan vedibêje. 

Di dîrokê de heta niha jinên kurd her tim bi kilaman êş û komkujî îfade kirine. Ji bilî wê cûreyên edebî yên wêjeya devkî yên mîna lorîk û şîniyan jî hema hema bi temamî afirandina jin û dayikan in. Li Serhedan jî li her malekê bêgûman jineke dengbêj heye. Li wan erdên kevnar ên mîrîtiya Mehmûdiyê, li navenda wê Miksê jî di navbera Serhedan û Hekariyan de rêûresmeke xurt a dengbêjiyê heye û hem jin û hem mêr di gotina kilaman de hoste ne. Li Gundê ser bi navçeya Wanê Mîksê, Mezraşêxan dayika bi navê Cevahîr Demîr bi kilamên xwe yên dilşewat li gund Dengbêjeke bi nav û deng e. Dengbêj Cevahîr bi her strana govendî û dengbêjî dizane. Li gund jin li dora Cevahîrê kom dibin û li klamên Cevahîrê yên dilşewat û berxwedêriyê guhdarî dikin.

 

Vegotineke muzîkal a jiyana jinan

Klamên Cevahîrê yên dilşewat, berxwedan û komkujîyên li Kurdistanê vedibêje ku heta niha pêk hatine. Dengbêj Cevahîr, diyar kir ku ew naxwaze ti carî dîrok bê jibîrkirin û got, her dilşewatiyê û her dilşewatiya kilamên dayikan zindî dihêle û wiha axivi: “Ez 13 salî zewîcim. Malbata min ez bi wî temenê biçûk zewicandim. Min tiştek ji jiyanê fêm nedikir. Lê ez zewicandim. Li hemberî hemû zehmetiyan ez niha li ser piyan im û li hemberî wê hişmendiyê bi kilamên xwe bersivê didim û li ber xwe didim. Piştî ku ez zewicîm, heta niha ez kilaman dibêjim. Ji ber ku kilam min rehet dikin. Mixabin, niha jî zarok tên zewicandin û bi ti awayî pêşiya van nayê girtin. Her jinek bila xwe berpirsyar bibîne û teqez vê yeke nepejirîne. Bi gotina kilaman, ez hem jiyana xwe hem jî jiyana jinan vedibêjim. Di zarokatiyê de zewac pêwîst e dîrokê de bên nivîsandin. Ji bo ku neyên jibîrkirin ez jî bi kilamên xwe vedibêjim. Ez ne tenê kilamên dilşewat, ez yên berxwedêrî û govendî jî dibêjim. Gava gundê me dawet pêk tên, em jin bi stranên govendî kelecaneke cuda li dewatê peyde dikin. Em xwe ji jiyanê berpirsyar dibînin.”


Kilam gotin li dijî hişmediya mêr bersivek e

Cevahîrê got, kilamên wê bandoreke mezin li ser jinan dike û wiha dirêjî da gotinên xwe xwe; “Hin huner hene her tim li ber çavan in, hin jî hene wenda ne. Em jin jî her devera ku em çiqasî destê xwe pê bidin, hûnerê wê zindî dikin. Mirov bizane huner bi kar bîne, mirov dikare her tiştî bike. Em jin jî li gund bi klamên xwe bersivê didin hişmendiya mêr. Her jin, li her derî li ber xwe dide. Gava ku ez nan dipêjim, yan jî xwarinê çêdikim bi her awayî ez kilaman dibêjim. Gotina kilaman bi rengekî pirr cihê kela canê min radike. Li gorî min kilam gotin, qêrînek e, nerazîbûnek e ji dîrokê. Gava ku ez kilaman dibêjim, jinên gund hemû li derdora min kom dibin û li min guhdarî dikin. Pişt re jî em bi hev re kilaman dibêjîn. Hingê dilê me hemûyan bi hev re dikele. Kilam gotin, kêfxweşî ye. Jiyana me wisa dixemilîne. Em jin bi kilaman bi lorîkan ji nû ve xwe bi jiyanê digirin. Giyana me ji nû ve zindî dibe, ruh bi me tê. ” 


 WAN