MURAT MANG/BIELEFELD


Di serdemên sedsala bihurî yên ku radyo li Kurdistanê hêdî hêdî belav dibû, Radyoya  Erivanê yek ji mêvanên ezîz bû li navmalên Kurdî. Êvarê saet 17.00´an Keremê Seyad dibû dengê herkes bi meraq li bendê.

Tîtalê Feyzo jî yek ji wan ciwanên Kurd e ku bi dengên Şeroye Biro, Mecîdê Fariz mezinbûye û bi dengbêjiyê kemiliye.

Tîtalê Feyzo dibêje, mezinên min hemû dengbêj bûn. Ew vê çanda malbata xwe li Elmanyayê jî dewam dike û bang li ciwanan dike da ku xwedî derkevin li çanda xwe. Tîtalê Feyzo dibêje, malbata wî bêhtirî sedsalan li Serhedan jiyane û ew ji dengbêjan di zarokatiya xwe de bi giştî fêrî çil meqamî bûye.


Koçberiya ji Îdirê ber bi Erîvanê ve

Tîtalê Feyzo ji wan Kurdên Surmeliyê yên Êzîdî ye ku ji ber zilm û zora roma reş di dema beriya şerê cihanê yê yekem de koçberî Ermenistanê bûne.

Tîtalê Feyzo di zarokatiya xwe de, ji odeyên navmala xwe dest bi dengbêjiyê dike: "Me ji radyoyê guh dida Şeroyê Biro, Mecîdê Fariz. Ev dengbêjên xurt bûn. Wan bi xurtiya kilaman behsa jiyanê dikir. Mesela kilamên Şeroyê Biro, Hekimo, Desmala min, Bedewê gelekî meşhûr in. Paşê bavê min, apên min ev rêûresm dewam kir. Min jî guh dida wan. Wan meqaman di mejiyê min de cihê xwe çêkir. Sal jî di navê re bibihurin mirov nikare ji bîr bike."


Meqam rast nedihatin gotin...

Dengbêjê ciwan di heman demê de li amûrên muzîkê jî dixe, "Min serê pêşî li cumbuşê xist. Piştre dest bi gotina kilaman kir. Destpêka salên 1990´î ji ber pirsgirêkên li Ermenistanê tevî nîvê malbata xwe ez ji Ermenistanê veqetiyam. Ji ber sedemên di navbera Kurdan û Ermeniyan de, nîvê malbata min li Rûsya û Ukraynayê belav bû. Hingê min navber da îcrakirina muzîkê. Dîsa jî dema min keysa xwe lê dianî, min guh dida kilaman. Lê ew ne meqamên orjînal bûn. Min rastiya wan dizanî, vê kir ku ez berê xwe bidim gotina kilaman. 18 salî ez ji Ermenistanê veqetiya bûm û piştî bi deh salan min biryar da ku kilaman bibêjim."


Fêrbûna kilaman erkek e

Dema em Tîtalê Feyzo re dipeyivin bavê wî, Dengbêj Feyzoyê Riza, ji Rusyayê telefonî wî kir û em jî pê re peyivîn: "Dema em zarok bûn û mezinên me stran digotin, me guh dida wan. Li ser erdên xwe em fêrî gotinankilaman bûn. Niha ciwan, her yek ji wan bi welatekî ve çûye. Ji welatê xwe dûr in. Berê li Ermenistan, Gurcistan û Rusyayê, xelkê me bi komî li cem hev dima. Mihebeta wan hebû. Muzîkjenên niha yên ciwan, kilaman nabêjin. Tebê muzîka rîtmê dikin, bi vê qaîl dibin. Lê belê, me berê ji xwe re erk û wezîfe didît ku em fêrî kilamên kalûbavên xwe bibin. Ji bo ku tine nebin, em fêrî wan dibûn, û me ew digotin. Ciwanên me niha kilamên evînê, mêrxasiyê nabêjin, xweziya qet nebe stranên govendê bigotana. Mezinên me ew kilam bi çi zehmetiyan gihandin me."


Miletek bi çanda xwe heye

Herçî çanda Kurdên Ermenistan û Rûsyayê ye dike ku Tîtalê Feyzo mitaleyan bike: "Niha tehlûke li ser wan heye, asîmîslasyona çandî metirsiyeke mezin e. Ciwanên me ji çanda xwe bi dûr dikevin. Tehlûkeyê nabînin. Di dawetên niha de hûn kilaman nabihîzin. Li Ewrûpayê hin xebat hene, ez wan dibînim. Xwedîderketinek heye. Xweziya hin ji van xebatan li Ermenistan û Rûsyayê bên kirin. Miletek bi çanda xwe tê nasîn. Çand nemîne, ew milet tine dibe. Tehlûkeyeke din a li Qefqasyayê ew e ku miletê me yê Êzîdî ji dînê xwe tên dûrxistin, komîn cihê yên dînê wan dixapînin. Divê xelkê me li hemberî vê tehlûkeyê hişyar be."


Baxçê bapîrê min weke konservatuwarê bû

Tîtalê Feyzo dibêje, ew ji binemala Birîkê ye, û wisa behsa muzîkjeniya malbata xwe dike: "Mecîdê Fariz pismamê Şeroyê Biro ye. Ev dema 2-3 salî bûn, ango piştî fermanê ji Îdirê xwe diavêjin Ermenistanê. Ji mala me re dibêjin, Mala Birîkê. Em weke malbata dengbêjan tên nasîn. Li ku dawetek hebûya,tiştekî weke wê hebûya, mala Birîkê li wir be, xelkê digot hewceyî bi dahol û zirnê nîne. Hingê her êvar li baxçeyê bapîrê min Fariz kom dibûn. Herkesî jê re digot, Apo. Ji her malê 9-10 hebûn. Biya min baxçeyê bavê min ji konservatuwaran bi qîmettir bû. Ji ber ku li wir ders hebûn. Kilam dihatin fêrkirin. Civat hebû. Rêz ji hev re digirtin. Piştî dawîhatina li Sovyetan, civak ji hev belav bû, her tişt guherî.

Ew jiyan bi tenê li Kurdistanê, dibû. Li Ewrûpa ew jiyan wê nebe."


Divê li Ewrûpa huner bê xurtkirin

Tîtalê Feyzo huner li Kurdistanê û Ewrûpayê li ber hev digire û dibêje, "Mînak, tu kilama Hekîmo li Kurdistanê bibêjî û li Ewrûpayê bibêjî, ne weke hev e. Dema mirov li Kurdistanê dibêje şa dibe, serfiraz dibe. Lê li Ewrûpayê dema mirov dibêje, ew şahî namîne. Li Kurdistanê mirov ji xwazayê hêz û xurtiya xwe digire."

Dengbêj, Tîtalê Feyzo, îşaret bi zehmetiyên jiyana li Ewrûpa dike û dibêje, "Mihrîcana govendê heye, divê ev bête xurtkirin. Bi çalakiyên bi vî rengî divê em bala ciwanên xwe bikişînin ser dengbêjî û govendê. Em dikarin pêşiyê li tinebûna dengbêjiyê bigirin. Dengbêj Mecîdê Fariz sala 1985´an beriya bimire, timî ji bavê min re digot, tu çi dikî bike, meqamên xwe ji bîr neke! Binihêrin, hîna hingê dizanî ka çi wê bê serê me. Li Ewrûpayê ciwanên me yên jêhatî hene, lê ferdiyet jî heye. Ev yek bipêşketina hunerî asteng dikin."


Em dikarin dengbêjiyê bidin hezkirin

Ji bo danhezkirina dengbêjiyê jî Tîtalê Feyzo behsa hebûna komeke xwe dike û dibêje, "Mamosteyek bi şagirtên xw eheye. Lê her kes ji xwe û me re bibe mamoste, ev kar wê nebe. Beriya bi 3 salan di Mihrîcana Çarşema Sor de jineke ciwan li kemanê dixist. Min jî bi dengê xwe refaqetî newaya kemana wê kir. Me hev hîç nas nedikir. Piştî bernameyê hat cem min, got, min hez ji meqamên dengbêjan nedikir, lê bi gotina te re tesîr gelek li min bû. Ew li vir li Elmanyayê ji dayik bûye, lê dema tu meqamekî bi heqê wî bibêjî, ne mumkin e tesîrê li ciwanan neke."


Zarokên min dibin dengbêj

Tîtalê Feyzo dide zanîn ku du kurên wî jî bi muzîkê mijûl dibin û çûna xwe ya Elmanyayê jî wiha rave dike: " Ev 4 sal in ez li Ewrûpa me. Ez poşman im ji hatina xwe. Li vir tiştin kêm in. Zarokên  in bi muzîkê elaqedar dibin. Kurê min Mîkaîl li kemanê dixe. Yên din jî dengê wî baş e. Niha hewl didin fêrî jiyana li Ewrûpa bibin. Perwerde jî dibin. Di heman demê de ew hêdî hêdî dibin dengbêj."

Tîtalê Feyzo ku niha li bajarê Elmanyayê Wesselê li komeleya Êzîdiyan çalak e û wê di dema weşana nû de li Çira TV´yê bernemeyeke li ser dengbêjan amade bike. Ew wiha bang li ciwanan dike: "Her ciwanê me divê xwedî li çanda xwe derkeve.Kilam tiştinan dibêjin. Ji ber wê îro jî bi kêf û heskirin li wan tê guhdarîkirin. Ji ciwanên kilamanbêj re vê dibêjim, em xwedî li kilamên me derkevin. Paşê em xweş guh bidin meqaman. Divê em karibin mirovên me yên bi hesreta Kurdistanê ne, bi meqam û kilamên xwe karibin bibin wir."