Tevgera Çand û Hunera Demokratîk, ji bo bîranîna têkoşer Bavê Selah di çilroja wî de, merasîmek bîranînê lidar xist. Di merasîmê de, hunermendên Efrînê û bi dehan şêniyên bajêr û malbata Bavê Selah amade bûn. 


Parazvanê çand û hunera Kurdî bû

Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir bi axaftina Hevserokê TEV- ÇAND`ê Delîl Mîrsaz dest pê kir. Delîl Mîrsaz di axaftina xwe de derbirî ku Bavê Selah yek ji wan kesan bû ku bi dil û can parastina çand û hunera Kurdî dikir û wiha pê de çû: “Çanda me ji kevin ve ji aliyê dijminan ve rastî talan û windakirinê hatiye û hewl dane ku me ji çand û şaristaniya me bi dûr bixin, dijmin ji du rêyan ve şerê me dike, yekem bi çekan û duyemîn jî bi tinekirina çanda gelê me. Lê bi saya têkoşîna gel a bê navber û derketina hunermendên baş wek Bavê Selah û yên din ku parastina çand û hunera Kurdî ji helandin û îmhayê rizgar kirin û çanda me parastin“.


Wêneyê wî û kurê wî yê şehîd

Tevgera Çand û Huner a Demokratîk wek diyarî wêneyek hunermend Bavê Selah û kurê wî yê Şehîd Gîvara yê ku li Çiyayên Kurdistanê di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye, radestî malbatê kirin.

Paşê hunermendên Efrînê Ehmedê Xanî, Niyazî Sîdo, Wehîd Îbrahîm, Leyla Newroz, Îsmayîl Hemo çend stranên hunermend Bavê Selah pêşkêş kirin.


Bavê Selah

Dengbêjê mezin Bavê Selah di sala 1952`an de li gundê Gorda ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji dayik bû. Bavê Selak wekî dengbêjê Çiyayê Kurmênc dihat nasîn û li pey xwe gelek stranên Kurdî yên wekî Xêce û Siyamend, Dewrêşê Ewdî, Gênc Xelîl hiştin.

Piştî bi nexweşiyek giran di 14`ê Tîrmeha 2016`an de jiyana xwe ji dest da. 


 EFRÎN