Dîwana sazûmankarê mezheba Şafîtiyê, Îmamê Şafîî û ya Baba Tahîrê Uryan di wêjeya Kurdî de navekî girîng e, bi wergera Feqî Çolig li pirtûkxaneya Kirmanckiyê hat zêdekirin.
Wekî tê zanîn exlebê Kurdên Sunî Şafîî ne û sazûmankarê vê mezhebê jî Îmamê Şafîî ye. Dîwana Îmamê Şafîî yekem car e ku tê wergerandinî Kirmanckî.
Ji 7 salî heta 70 salî wî nas dikin
Wergerê van berheman got, ew dixwaze qewmê wî Dîwana Baba Tahîrê Uryan nas bike, wê yekê jî wekî girîngtirîn sedema wergerandinê nîşan da û got: “Berhema Baba Tahirê Uryan ji bo bipêşketina Edebiyata Farisî gelekî girîng bû. Li Îranê ji 7 salî heta 70 salî, xelk wî helbestvanî nas dike. Pirraniya civakê çendek risteyên wî ji ber kirine. Sedema wergerandina min jî ew e ku kesên zazakîaxiv jî çend risteyên wî di bîra xwe de bigirin.”
Feqî Çolig, sala 1971’an de li navçeya Dara Hênê ya ser bi Çewligê hatiye dinê. Çolig, xebatên wî yên bi navê ‘Mewlîdê Peximbêr Qêy Tûtonê Zazon’, ‘Qêy Tûton Heyat û Cûyayîşê Peximberon’ hene û herweha Qurana Pîroz jî wergerandiye Kirmanckiyê.
AMED