Di îdîanameya der heqê Bor de hate amdekirin de hêj Bor nehatiye girtin nameyên hevalên wî ji wî re şandin û di nameyan de gotinên “Slav û rêz”, “Rêheval Mehdî”, “Vekîrî nîn e”, “Merhaba hevalên min yên bi rûmet” wekî rêxistina PKK KONGRA-GEL kordîne kir, girêdana xwe ya bi rêxistinê ve û raperîna bêîtatî pêk anîn e. Dîsa di nav KCK’ê, Meclîsa Ciwanên Welatparêz û Demokratîk, Meclîsa Bajar a Demokratîk, meclîsên taxan û di perwerdehiyan de bên xwendin hatine amadekirin parast. Dozgeriyê dî îdîanameya xwe de li gorî îfadeyên şahidên bi navên kod “Y6RJ732SDI3QWG9” û “İpekyolu” îdîa kir ku Bor di nav Yekîneyên Parastina Xweser de cih digire.
Parêzerê Bor Davut Uzunkopru, anî zima ku ev îdîaname “trajîk komîk” e û wiha got: “Bi rastî jî îdîanameyên demên dawî tên nivîsandin gelek trajîk komîk in. Ligel muvekîlîê min di girtîgehê de bê girtin tu delîl tunene jî peyav bi kurdî ya ‘Slaw û rêz’ wekî delîl hate qebûlkirin.
SAMİ YILMAZ - DÎHA/COLEMÊRG