Li Wanê jina bi navê Cîhan Kiziltaş ji ber li nexweşxanê bi Kurdî axiviye ji nexweşxanê hat derxistin û nehat dermankirin.
Li Wanê Cîhan Kiziltas ya 55 salî ji ber nexweşiya xwe 7’ê mehê çûbû Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê beşa lezgîn. Cîhanê ji ber bi Kurdî axivî ji aliyê hemşîreyan ve ji nexweşxanê hat derxistin û ne hat dermankirin. Cîhanê diyar kir ku ji ber bi Kurdî axiviye rastî heqeretên hemşîreyan hatiye û got: “Nexweşiya fitiqê bi min re heye. Ji ber vê yekê jî ez her şev diçim beşa lezgîn derziyê bikartînim. Ez roja çarşemê çûm nexweşxaneyê min bi Kurdî ji hemşîreyê re got qîza min derziya min bikarbîne derenge. Heqeret li min kir ji min re got here axiftinê bizane piştre were ez ê derziya te bikarbînim. Min jê re got tu çi dibêjî vê carê jî ez odeyê de derxistim bang li kesekî kir hatin hejmara min betal kir û min ji nexweşxaneyê derxistin. Ez vê yekê napijirînim. Ji bo ku ez zimanê kurdî peyivim ez nexweşxaneyê de avêtim û min derman nekirin. Ez ê hemşîreyê gilî bikim.”
WAN