Companie Buffpapierê şanoya xwe ya nû bi Kurdî da dest pê kirin. Penaberê lîstika Falsh Gordon ê ku wê di dawiya lîstikê de bibêje, “Bila cineta we ji we re be” di destpêka lîstikê de bi Kurdî dipeyive.

Meseleya penaberiyê û helwestên neerênî yên beramberî penaberiyê, li Ewrûpayê her diçe vediguhere pirsgirêkeke civakî û siyasî ku huner jî pê êdî bi awayên din dakeve. Li Swîsreyê jî ew welatiyên hêrsrabûyî û gotara wan her diçe vediguhere pirsgirêkeke insanî jî. Ji ber wî jî huner mijarê bêhtir dibîne li gorî berê.

Şanoya Compagnie Buffpapier a St. Gallenê li Swîsreyê, promiyera lîstika xwe a bi navê Falsh Gordon îro li Palace St.Gallenê dike. Lîstikeke ku tê de qehremanê bi navê Falsh Gordon, qehremanekî filma bi heman navî tîne bîra mirovan. Meydaneke gulaşa Emerîkî ya dorgirtî heye li ser dikê. Falsh Gordon gulaşvanekî vê gulaşa hanê (wrestling) yê profesyonel e û jê re li hev tê ku zora hemû reqîbên xwe bibe. Di lîstikê de du gulaşvanên profesyonel ên bi rastî jî hene.

Ha ev lîstika hanê bi dengê Kurdî dest pê dike. Kesekî bi tirsê xwe nêzîk dike, dikeve nava meydanê, hinekî henûnî xuya ye. Paşê weke ku boksê bike bi kesekî re xuya dike. Piştre jî dest pê dike bi Kurdî dipeyive. Kurdiya wê di cih de tê wergerandin. Diyar e li gorî derhênanê, divê balê nekişîne.

Welatiyê hêrsbûyî

Hema piştî ku ew xwe vedişêre, “welatiyekî hêrsrabûyî” (ji bo kesên ji ber zêdebûna penaberan aciz tê gotin) derdikeve ser dikê û meydana gulaşê û dide qîran “Têra her kesî cih li vir nîne.”

Companie Buffpapier ji sala 2000´î ve bi terza xwe ya di navbera aktorî, varieté û şanoya kolanan, estetîkeke xwe ya taybet çêkiriye. Lê vê carê hinekî dûrê terzê xwe, bi vê lîstikê pirr siyasî bûye.

Çawa ku penaberê Kurd û welatiyê hêrsrabûyî ji ser dikê wenda dibin, çîroka li dor Falsh Gordon dest pê dike. 6 fîgurên xerabe, bi perûk yan jî keçel, nikarin bipeyivin, dengên ecêb ji xwe derdixin; ha ew bi heyranbûna Falsh Gordon maneyekê didin jiyana xwe.

Yên deforme em in

Ji rejîsor Stéphane Fratini hatiye ku dîmenên helbestî, estetîk û komîk ava bike. Dûv re piştî xirecireke dûvdirêj, du gulaşvanên profesyonel ên bi rastî Kurt Simmons û Elias Richter derdikevin serdikê; her du jî di Liga Swiss Power Wrestling de bi rastî gulaşvan in. Helbet di vê lîstika şanoyê de Falsh Gordon bi ser dikeve.

Di dewamê de Tyrann Ming şerê Falsh Gordin dike, wî dikuje. Heyranên wî şîna wî dikin. Herçî penaber e, ew tê girtin. Piştre Falsh Gordon ji mirinê radibe û penaberî xilas dike. Lê penaber di dawiyê de dibêje, «Ma ez biçim ku dera din? Cineta we bila ji we re.» Li ser dikê perûk û T-shirt dimînin ku sembolê jiyaneke serketî û bextewer bûn heta beriya bi çendekê. Peyama lîstikê: “Yên deforme ne ji dervey dinyayê ne, em in.”

 

ST. GALLEN