
Berdêla ziman hat dayîn
Lorîn bal kişande ser tekoşîna gelê kurd ji bo parastina zimanê dayîkê di dirêjahiya dîrokê de û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd jî gelek kevnar û xwedî roleke girîng bûye. Herçend piştî konferdasyona Medan, zimanên serdestan hakim dibe û zimanê Kurdî tê helandin û bişaftin jî, lê dîsa jî kurdan bi serhildan û dayîna berdelên giran kariye zimanê xwe biparêze. Li gel hemû siyasetên bişaftina netew- dewletê zaravayên kurdî ruh û cewhera xwe wenda nekiriye.”
Ziman maf e û şert e
Leyla Lorîn ziman weke heyîneke zindî binav kir û got: “Ji bo hemû gelan û bi taybet gelê kurd zimanê dayikê heyîneke zindî ye. Ji ber ku gelê kurd roja îro ji bo parastina ziman û çanda xwe li hemû parçeyan tekoşîneke bêhempa dide. Em encama vê tekoşînê bi awayekî zindî li Rojavayê Kurdistanê dibînin. Gelê me li vir bêrawestan li hemû qadan şerê parastinê dide. Herwiha girînge ku mamosteyên me li wir erkên xwe yê parastina ziman bi başî bi cih bînin. Parastin û xwedî derketin ji zimanê dayîkê şertên esasî ê avakirina Netewa demokratîk e. Erka bingehîna a dayîkan ewe ku weke avakerên jiyanê, ziman biparêzin. Parastina ziman parastina pêşrojê ye. Ji ber ku dibêjin; “Zimanê dayîkê weke şîrê dayîkê helale!”
Parastina hemû zaravayan
Endama komîteya ziman û perwerdeyê ya KCK’ê Leyla Lorîn di dawiya axaftina xwe de bang li herkesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê herkes ne tenê bi çalakiyan di malên xwe de, di dan û standinê rojane de bi zimanê xwe biaxivin. Divê em bi kurdî bihizirin, biaxivin û bijîn. Ger toşîneke me di vî warî de nebe, emê nikaribin netewa demokratîk jî ava bikin. Netewa demokratîk pir rengiya di nav xwe de dihewîne. Divê mirov girîngiyê bide dewlemendiya zaravayên Kurdî ku ji xwe ruhê netewa demokratîk pêk tînin.”
ZAL MED/MARWAN ARÎ/ANF/BEHDÎNAN