Ji fêrbûnê re ked, xebat û sebr divê; lê jixwe malek di rojekê de ava nabe. Gav bi gav, yan jî peyv bi peyv, mirov dikare bigihîje armanca xwe. Ev zehmetî li cem kêfxweşiya fêmkirin û axaftina Kurdî bi rastî pirr piçûk dimîne: Îro bi Kurdî, jiyana min mestir bû.
Dr. DILAR DIRIK*Şaşitiyên rêzimanî yên vê nivîsê, serê edîtoran êşandiye. Ji zû ve min xwest nivîsekê bi Kurdî li ser fêrbûna zimanê Kurdî binivîsînim û ji rojnameyê re bişînim. Ji tirsa kemasiyên zimanî, min ev gav neavet heta beriya bi çend rojan, dema ez wek gelekan ji hevalên xwe, bûme heyranê Xelîlê piçûk, zarokekî rojnamevan ji Rojavayê Kurdistanê.
Bi zimanekî zelal û bi rengekî xwezayî, Xelîl bi zarokên herema xwe re hevdîtînan çêdike û li ser kanalê xwe ya YouTube belav dike. Wek gelek temaşevanan, ez bi sohbeta wan zarokan pirr kêfxweş û şa bûm.
Ji sala 2012´an ve Şoreşa Rojava bi derfetên xwe yên sazîbûnê bûye bingehekî dîrokî ji bo bipêşxistina zimanê kurdî. Zarokên wir edî bê tirs bi zimanê xwe mezin dibin. Ew dîmenên şîrîn bûne sedemek ji min re ji bo nivîsandina vê nivîsê. Bi vê re, min xwest motivasyoneke piçûk bidim hevalên xwe û yên ku rêya fêrbûna Kurdî di serê xwe de ewqasî mezin dikin û bêyî ku dest pê bikin, dev ji hewldanên xwe hemûyan berdidin.
Cudabûna min ji ecnebiyan çi ye!
Di serê heyva Kanûna sala 2014´an, em bi şandeyeke ji Ewrûpa û Emerîkayê çûn Rojavayê Kurdistanê. Em bi pirranî rojnamevan, lêkolîner û mamoste bûn. Me xwest em vê şoreşa demokratîk ji nêz ve nas bikin û tiştên ku me bi çavê xwe dîtin bi cihanê re parve bikin. Di roja yekem a gera me de, me serdana wargeha Newrozê kir, ya ku piştî fermana Şengalê ji aliyê xweseriya demokratîk ve hatibû avakirin. Çar heyvan piştî fermanê bû, hîna êşa gelê Êzîdî wek birîneke teze û xwînî bû. Ji kêliya ku em hatin wargehê û pê ve, zarokan dora me girtibû. Çavên wan yên mezin û bi meraq, xwestin zanibin, gelo ev “ecnebî” kî ne? Min jî li çavên wan dinêrî. Dibe ku wan bi vê dizanîbû ku ez jî Kurd im, ne ecnebî me. Lê ji bilî “Navê te çi ye?” û “Tu çend salî yi?” min tiştek ji wan zarokên rojê re negot... Ji ber ku min bi Kurdî nizanîbû, min nikarî tiştekî bibêjim û min tiştek ji wan fêm nekir jî. Qaşo ez wek kurdekê hatîbûm cihekî avakirina şoreşeke Kurdî da ku ji wan mevanên nekurd yên ku bi me re hatîbûn, rewşa gelê me rave bikim. “Ka binihêrin, ev dera di nav ferman û şoreşan de welata me ye”. Di dorpeça zarokan de ez matmayî û bêdeng mam. Bê ziman, ez ê behsa kijan êş, zehmetî, hest û xeyalên vî gelî bikim? Bêyî hebûna wergêrekî çawa hîs bikim? Cudabûna min ji wan nekurdan çi bû?
Nexasim weke lêkolînerekê, weke civaknasekê, ez ê çawa behsa zanista li ser Kurdîstanê bikim? Heger ez jî wek oryantalîstan, tenê çavkaniyên bi zimanên din esas bigirim, hingê ma ne, ez jî beşdarî jêbirina sîstematîk a deng û gotinên welatekî bindest dibim?
Roja fêrbûna Kurdî qet nehat
Ez li bakurê welatê xwe hatime dinê, lê dema ez 3 salî bûm, em bûne penaber û ji we demê ve ez li Ewrûpayê mam. Wek malbateke welatparez, em ji doza azadiya welatê xwe qut nebûn. Li Ewrûpayê, em neketin ber perwerdeya dewleta Tirk, bi gotineke din, em neketin ber wê zilm û bişaftina sîstematîk. Lê belê, heta wê roja sar di nav wan dehhezaran penaberan de min fêrbûna Kurdî ji xwe re nekiribû derd û karek. Ez 23 salî bûm hingê û heta wê rojê, tekîliya min bi Kurdên ji derveyî Bakurê Kurdîstanê re zêde tine bû. Li Ewrûpayê, ez bi bakuriyan re bi Tirkî û bi Kurdên ji parçeyên din re bi Elmanî yan jî bi Inglîzî diaxivîm. Weke gelek kesên li derdora min, min jî herdem ev gotinê pirrcarî dikir: “Belê, rojekê, ez ê xwe fêr bikim!” Lê ew roj qet nehat, ji ber ku min Kurdî weke pêdiviyeke heyatî nedîtîbû. Tenê weke hobiyekê, yek ji gelek projeyên siberojê. Lê li wargeha Newrozê, tiştek di dile min de şikest û min fêrbûna Kurdî ji xwe re kir armanca serêke a li pêş xwe.
Ji kerema xwe êdî tenê bi Kurdî
Di destpeke de, min ji hemû hevalên xwe re yên ku bi Kurdî dizanin, got: “Ji kerema xwe, êdî bi min re bi tene bi Kurdî biaxivin”. Kêfxweşiya wan hevalan bi rastî hez dida min, lê hinekan ji wan ji min re got: “off… de ka bilezîne, yan jî derdê xwe bi Tirkî bibêje, ez tiştekî ji te fêm nakim”. Ez rexneyê li wan bêsebran digirim! Dersa yekem ev e: Ji fêrbûna Kurdî re îradeya şexsî, lê herwiha sebreke civakî jî divê. Heta dawiya sala 2015´an, min ji bo teza xwe ya zanîngehê bi sedan jinên Kurd re hevdîtin çêkirin. Li cem malbatên welatparez mam û hêdî hêdî fêrî zimanê Cizîra binxetê bûm. Beriya ku salek bibihure, Kurdiya min giha asteke nexirab. Qet nebe min dikarî derdê xwe bibêjim. Gelo ev hêsan bû? Na. Heta ku min dikarî derdê xwe ji dayikên Rojavayê Kurdîstanê re bibêjim û bi wan bidim fêmkirin, min gelek zehmetî dikişand. Carna, hindik dima ji aczê û qehrê dîn bibim, nexasim dema kemasiyên min ên zimanî bûne asteng li pêşiya çareseriya pirsgirêkan.
Kêmdîtina Kurdî nêrîna dagirkeran e
Bi her peyvê, her gotinê, min dît Kurdî zimanekî bi rêziman e, bi sîstem e, belav û tevlihev nîne. Wekî min got, ez neketibûm ber perwerdeya dewleta Tirk, lê belê zêhniyeta neteweperest a dewletê bûbû sedem ku ez bifikirim, Kurdî zimanekî paşketî ye. A niha jî mixabin gelek hevalên li derdora min bi gotinên wekî “Tiştên teorîk, tiştên mucered û neberbiçav, bi Kurdî nikarim îfade bikim” vê nêrînê - wekî qederekê - derdixin pêş û pê dibêjin, Kurdî zimanekî zanistî nîne. Ev nêrîn ya dagirkeran e û zimanê Kurdî kêm dike. Rojnamevan, hunermend û lêkolînerên ku xebatên xwe bi zimanê Kurdî dikin, bi rastî jî darekî cidî dikin, kedeke dirokî didin.
Bê ziman mirov civakê fêm nake
Li ser vê mijare, mirov dikare rexnê, rê û rebazên Jineolojiyê wekî zanîsta jin û jiyanê jî esas bigire. Wekî zanisteke li dijî zêhniyeta dewleta, xebatên Jineolojiyê, jineolojî giraniyê dide rebazên zanistî yên civakî. Ziman, wekî îfadekirina fikir û hestên civakan, bi roleke sereke di nav civakbûne de radibe. Bi lêkolana zimanan, mirov dikare nirx û çanda civakan fêm bike. Bi perspektîfa Jineolojiyê, min fêm kir ku bê ziman, mirov dûrî civaka xwe dimîne. Bi windakirina zimanekî, mirov dengê xwe û torên civakî yên xwe winda dike.
Kurdî redkirina bişaftinê ye
Fêrbûna Kurdî ne çalakiyekî şovenî ye. Girîngiya fêrbûna zimanê Kurdî bi tekoşîna li dijî dagirkeriyê re elaqedar e; ev helwêst bi zanêbûn parastina çand û jiyanê ye. Di van deh salên derbasbûyî de, min bi çavên xwe dît, gelek ji hevalên min ên ku di zaroktiya me de bi Kurdî xweş diaxivîn lê bi Tirkî nizanîbûn, edî nema bi Kurdî diaxivin; bi ser de jî, ji min çêtir bi Tirkî diaxivin. Bişaftin ev e jî. Îro ne tenê bi faşîzmeke dewletî ya rasterast, bişaftin bi bernameyên weke rêzefilman yên bêwate li ser televizyonên malbatên me yên welatparêz hemûyan, ketiye mala wan. Em nabêjin li TV´ya Tirkî temaşe nekin. Lê bi misyon û bandora wan bernameyan zanibin. Yek ji armancên wan jî tinekirina zimanê Kurdî bi riya xweşikkirina çanda lîberal û modern a Tirkiyeyeke xeyalkirî ye. Ji ber vê yekê, fêrbûna Kurdî israrek e li ser tiştekî pirr xwezayî; ew redkirina bişaftinê ye, hiskirina nirxekî ye di nava gelek nirxên mirovahiyê de. Bi gotina “bi kurdî biaxivin”, mirov ne tenê zimanekî kevnar û hêja yê bi milyonan mirovan dipareze; ev gotin her wiha tê wateya “emanetê gelekî bindest winda neke”.
Alîkariyê bidin hevalên xwe
Rast e, ji fêrbûnê re ked, xebat û sebr divê; lê jixwe malek di rojekê de ava nabe. Gav bi gav, yan jî peyv bi peyv, mirov dikare bigihîje armanca xwe. Ev zehmetî li cem kêfxweşiya fêmkirin û axaftina Kurdî bi rastî pirr piçûk dimîne: Îro ez dikarim bi sohbeten Xelîl û hevalên xwe bikenim, dikarim bibim beşek ji sohbetên kal û pîrên me yên ku îro li vir in lê sibê nînin, ez dikarim li konferansên navneteweyî bibim wergêra Kurdî, dikarim bê alîkarî, bê sansûr hemû hestên welatekî bixim nav dilê xwe. Bi Kurdî, jiyana min mestir bû. Herî dawî, ez dîsa dixwazim îfade bikim, fêrbûna zimanekî bûyereke civakî ye. Mirov bi tena serê xwe nikare hîn bibe. Bê piştgirî û alîkariyê, fêrbûna Kurdî bi rastî zehmet e. Ji ber vê yekê, pewîst e ku yên bi Kurdî dizanin, bi ruhê hevaltiyê û bi rêbazên xweşik bibin parçeyê riya perwerdeya wan kesên biryara hînbûna Kurdî danin.
* Li Ingilîstanê, li Zanîngeha Oxford li Navenda Lêkolînên Penaberan de lêkolîner û dersdar e.