Saziyên perwerdehiya Kurdî rexmî hemû êrîşên dewleta Tirk bernameya xwe dewam dikin. Li bajêr saziyên Kreşa Nûbihara Piçûkan, Dibistana Serateyî ya Berîvan, Dibistana Serateyî ya Melayê Cizîrî û Kurdî Der ji bo xebatên perwerde û lêkolînên Kurdî di nava hewldanan de ne. Rêveberên saziyan bal dikişinin ser terora polîsan û diyar dikin ku ew dê zehmetiyan li pey xwe bihêlin û bi ser bikevin. Rêveber destnîşan dikin ku li hember êrîş, dorpeç û gulebarana li ser bajêr tê meşandin jiyanê gelekî asteng dike û ji bo xwendekarên wan ji perwerda Kurdî dûr nemînin, ew alternatîfan diafirînin û perwerda xwe dewam dikin. 


Xebatên wan bê navber didomin

Rêveberê Komela Kurdî Derê Muhittin Duymak, derbarê xebatên komelê de got, li gel êrîşên dewletê wan dev ji xebatên xwe yên Kurdî bernadaye û wiha peyivî: “Polên me yên hebûn, perwerda xwe dewam dikin û me ji nû ve dest bi qeydên dewra nû kiriye.” Duymak, bi bîr xist ku dema dibe êvar, êdî maşîneyên zirîhpoş dikevin nava bajêr û bajêr dorpeç dikin û wiha dewam kir: “Hemwelatî jî, ji bo ewlahiya xwe nikarin şevê ji mal derkevin. Welatiyên ji mal derdikevin dibin hedefa polîsan. Ji ber vê, me navber daye xebatên perwerdê yên şevê.’’ 


Debistaneke nû hat vekirin

Mamosteyê Dibistana Bêrîvan, Huseyîn Çatikaş ê ku ev 2 sal in ku perwerdê dide jî derbarê xebatên dibistanê de wiha axivî: “Hewldanên polîtîkayên dewletê yên li dijî gelê Cizîrê li pêşiya perwerdê astengiyan derdixe. Lê em navberê nadin perwerda xwe û didomînin. Par me perwerde da 70 xwendekaran. Îsal hêjmara xwendekaran ji 150 kesan bihuriye. Ji xeynî Dibistana Bêrîvan a li taxa Nûrê me niha li taxa Cûdî jî dibistana Melayê Cizîrî vekir. Di asta pola 1’emîn de 4 ode û di asta 2’yemîn de jî 4 odeyên me hene.” 


‘Em ê pêşiya bişaftinê bigirin’ 

Saziyeke bi Kurdî xizmeta perwerdê dide, Kreşa Nûbihara Biçûkan e. Mamosteya Kreşê Zinnet Dirican derbarê xebatên dergûşxanê/krêşê de nerînên xwe anîn ziman û got: “Em gelekî rastî êrîşan tên. Lê heta niha me navber nedaye perwerda xwe. Perwerda bi Kurdî gelekî girîng e, ji bo ku em bişaftinê rawestînin çi ji destê me tê em ê bikin.”


CÎHAN OLMEZ/DÎHA/ŞIRNEX